• DOLAR 32.204
  • EURO 34.908
  • ALTIN 2425
  • ...
Li Stenbolê 3 milyon xwendekar dest bi dibistanê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji bona sazîyên perwerdehî-hindekarîyê ên ku girêdayê Wezareta Perwerdehîyê ne, sala perwerdehî-hindekarîya 2022-2023yan dest pê kir.

Ji bona xwendekarên dibistana pêşîn û pêşdibistan, di 5-9ê Îlonê de perwerdehîya guncanîyê dest pê kiribû. Îsal perwerdehîya guncanîya xwendekarên dibistana navîn û Lîseyê jî îro dest pê kir û heta 16ê Îlonê bidome.

Li Stenbolê ji bona nêzê 3 milyon xwendekaran û 173 hezar mamosteyan piştî tetîla havînê sala perwerdehî-hindekarîya 2022-2023yan dest pê kir.

Trafîka Stenbolê jî bi destpêkirina dibistanê gelek zêde bû. Li bajêr nêzê 16 hezar erebeyên serwîs derketin rê. (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir