• DOLAR 32.219
  • EURO 35.011
  • ALTIN 2502.366
  • ...
Sîyonîstên îşxalker êrîş li Filistînîyan kir: 4 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê, daxuyand ku 4 Filistînî li qezaya Sencela ku li bakura Ramallahê ye, ji teref îşxalkeran ve êrîş li wan hat kirin.

Hat diyarkirin ku rejima îşxalker bi guleyên rastî û bi xazên ku çavên mirovan hêsr dike êrîş li Filistînîyên ku ji bona dest dayîna li ser 'erdên wan protestoyan dikirin kir.

Di navbera xwepêşandanan de herî kêm 25 Filistînî ji xazê tesîrdar bûn.

Filistînîyan, her roja înê ji bona ku înşeatên yekîneyên şênîyên îşxalker protesto bikin çalakîyan dikin.

Rejima îşxalker a sîyonîst jî, ji bona ku çalakîsazan bela bike bi guleyên rastî û bi xazan êrîş li wan dike. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir