• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Serokkomar Erdogan: Genim diçe welatên dewlemend, naçe yên feqîr
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

SeroKkomar Recep Tayyîp Erdogan û Zoran Milanovicê Serokkomarê Xirvatistanê piştî hevdîtina beranber û di navbera heyetan û merasima îmzekirina peymanan da civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.

Serokkomar Erdogan piştî ku rojnamevanek din bi bîr xist ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn gotibû, dibe ku sewqiyata genim a ji bo Ewrupayê raweste, endamtiya Tirkiyeyê ya BRÎCSê û hewldanên Pûtîn ên ji bo hev anîna Erdogan bi rejima Sûriyeyê re hatin gotûbêjkirin û nirxandinên wan pirsî. Erdogan jî li ser vê pirsê weha bersiv da:

"Ne rast e ku em nirxandina xwe ya xwezayî li vir bikin. Hêvîdar im ku em ê di civînên li Samerqendê de dîsa bi endamên çapemeniyê re bibin yek, lê hûn ji niha ve di derbarê sewqiyata genim de dizanin ku li alîyê Rusyayê sewqîyat nayê kirin, lê meseleyeke ku Birêz Putîn di wê de biheq e heye. Ew çi ye? Di vê sewqîyatê de genim diçe welatên dewlemend, naçe welatên feqîr. Mijara sereke ya vê çi ye? Sewqîyata genim ji welatên feqîr re ji li vê derê domandin e. Niha ev mueyyîdeyên ku ji Rusyayê re tên kirin didome, niha li hember vê mueyyîdeyan hûn rabin ev genimê bişînin wan welatên ku mueyyîdeyan dikin re Birêz Putîn aciz dike. Em jî dixwazin ku şandina genim ji Rûsyayê dest pê bike. Em li benda ev tiştê ne. Di vê warê de dereng hatîye mayîn. Ji bo derbaskirina vê yekê em ê li Semerqendê bi birêz Pûtîn re li ser van mijaran biaxivin, em ê bi berfirehî nîqaş bikin. Em hêvî dikin ku di zûtirîn dem de şandina genim ji Rûsyayê dest pê bike û werin em vê genimê jî bigihînin welatên ku bi rastî feqîr in." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir