• DOLAR 32.276
  • EURO 35.077
  • ALTIN 2467.332
  • ...
Muqteda Sadr, ji sîyasetê bi temamî dest kişand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sadr, di hîsaba xwe yê medyaya civakî de daxuyanîyek belav kir û di daxîyanîya xwe de weha got, “Ez diyar dikim ku karên sîyasetê berdam û bi temamî ji sîyasetê vekişîyam.”

Sadr, di berdewama daxuyanîya xwe de weha got, “Xeyn ji mezelê bavê min û bitevî sazîya eserên tarixî muzeya malbata Sadrê qerara girtina hemû sazîyan girtim.”

Sadrê ku Ayetullah Kazim Haîrîyê ji şêwrên dînî yê Şîîyê Iraqî yê ku daxuyandibû ku ew li Îranê rûdinê û ji doh pê ve “wezîfeya şêwrê dawî kir” rexne kir, destnîşan kir ku Haîrî, qerara vekişîna ji şêwrê li gorî serê xwe negirtîye.

Piştî ev daxuyanîyê, ofîsa Sadrê jî 3 qerarên ku alîgirên Tevgera Sadrê eleqe dike diyar kir.

Di diyarê de weha hat gotin, “Bi navê Sadrê bi tu şeklê midehele ji sîyaset û bireveberîyê re neyê kirin, bi navê Tevgera Sadrê tu siloganek û gotineke sîyasî neyê avêtin û bi navê Tevgera Sadrê tu hîsabeke civakî û sîteyeke înternetê ew ê neyê vekirin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir