• DOLAR 32.245
  • EURO 35.024
  • ALTIN 2441.517
  • ...
Trênên başîtîyê ya Tirkîyeyê ji Efxenistanê re hatin birêkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di hîsaba medyaya civakî ya AFADê de daxuyanîyek hat belavkirin, di daxuyanîyê de weha hat gotin:

“Seferê 6emîna Trênên Başîtîyê di rêya Efxenistanê de ye! Piştî 5 seferên ‘ewil ya ku ji 14 Trênan çêdibe sefera 6emîna Trênên Başîtîyê ya ku di koordînasyona AFAD û TCDDyê de û bi alîkarîya 10 sazîyên civaka sîvîl hatine organîzekirin 1500 ton malzemeyên xwe yên alîkarîya însanî ji Efxenistanê re ew ê bighêjîne.

Bi sefera 6emîn a ku ji 3 trênan pêk tê, 7 hezar û 177 ton malzemeyên alîkariyê yên însanî yên bi 17 trênan bi tevahî tên şandin, wê milyonek û 250 hezar Afganî bi taybetî jin, zarok û kal bişibînin.

Di merasima xatirxwestina "Trênên Başîtîyê" de Alîkarê Midûrê Giştî yê TCDD Barkirin AŞ Çetîn Altun, Alîkarê Serokê Giştî yê AFADê Hamza Taşdelen, rêveberên 10 saziyên sivîl û rêwî amade bûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir