• DOLAR 32.215
  • EURO 35.026
  • ALTIN 2511.661
  • ...
Lijneya HUDA PAR'ê çû sersaxiya malbatên kesên ku di qezayê de wefat kirine
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarê Serokê Giştî û Serokê Karên Perwerdehî yê HUDA PAR'ê Metîn Kaya, Endamê GÎK'ê yê HUDA PAR'ê û Berdevkê Partîyê Yunus Emîroglu, Serokê Entab'ê Faruk Goçer, Serokên navçeyan û lijneyên li cem wî çûn tezîyeya malbatên kesên ku di qezaya Entab-Belqîs de wefat kirine û sersaxiya xwe dan.

Şemîya çûyî li Şahrê ya Entab-Belqîs'ê di encama lêxistina otobûseke rêwîyan a ku li 'erebeyên îtfaiye, ambûlans û Ajansa Nûçeyan a Îhlas'ê ku ji bo midaxelekirina qezayekê ku li wir bûn qezayeke fecî pêk hatibû.

Lijneya ku ji HUDA PAR'ê pêk dihat, çû tazîyeya 8 kesên ku di qezayê de wefat kiribûn û malên wan li Entab'ê ye.

Alîkarê Serokê Giştî û Serokê Karên Perwerdehî yê HUDA PAR'ê Metîn Kaya, Endamê GÎK'ê ya HUDA PAR'ê û Berdevkê Partîyê Yunus Emîroglu, Serokê Entab'ê Feruk Goçer, Serokên navçeyan û lijneyên li cem wî serê sibê dest bi zîyareta tezîyeyan kirin.

Lijneya HUDA PAR'ê ji malbatên dilbikul re silav û sersaxîya Serokê Giştî yê HUDA PAR'ê Zekerîya Yapicoglu ragihandin.

Di zîyaretan de Qur'an'a Pîroz û dua hat xwendin. (ÎLKHA)







































Bu haberler de ilginizi çekebilir