• DOLAR 32.266
  • EURO 35.094
  • ALTIN 2466.44
  • ...
HUDA PAR: Tu menfeateke neteweyî ji de’wa Qudsê ne mihîmtîr e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ramanli, di daxuyanîya ku belav kir de derheqê minasebetên ku bi rejima îşxalker re tênê kirin û hevdîtina bi rejima Sûrîyeyê de nirxandinan kir.

“Hemû gav û minasebetên ku bi rejima îşxalker re bên avêtin, ew ê de’wa Qudsê zi’îf bike”

Ramanli, di axavtina xwe de bi bîr anît ku Tirkîye, piştî sala 2018an qerara Emrîqayê ya naskirina Qudsê ya ê paytexta rejima îşxalker a sîyonîste û barkirina sefîrtîya xwe ya Tel Avîvê ji Qudsê re, sekneke bi heq nîşan dabû û sefîrê xwe yê li Tel Avîvê jî gazî Enqereyê kiribû.

Ramanli îfade kir ku ji wê rojê pê ve minasebet bi tenê bi karguzarîyê hat domandin encax di demên dawîn de bi encama minasebetên normalbûnîyê yê bi rejima îşxalker re qerara tayînkirina sefîran û serokkonsolosan ya bi hember hat girtin, Ramanli destnîşankir ku, bi vê şeklê minasebetên ku bi rejima îşxalker re hene ji sewîyeya tem dîplomatîk re hat bilindkirin.

Ramanli di axavtina xwe de weha got, “Rejima sîyonîst, çeteyeke ku bi qetilkirina Filistînîyan û îşxalkirina ‘erdên wan jîyanê dibîne ye. Ew qet dewleteke rêzbar û welatek nîne. Di tu herêm û platformê de gerek miameleyeke ewakî nebîne. Her gav û her minasebetên ku bi vê rejimê re bê kirin û bê avêtin, ew ê de’wa Qudsê zi’îf bike, tenê bihêle, îşxala ku tê kirin meşrû bike û bi tevî vana îşxalên nû û qetlîamên nû bi xwe re bîne.”

Ramanli, di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku rejima sîyonîst bi tenê ji bona Filistînê na, ji bona Tirkîye û ji hemû erdnigarîyê re tehdîdeke ewlehîyê ye, “Minasebetên ku bên kirin ji menfeatê xelqê me û welatê me re nîne, berevajî ew ê jê re tune bûn bibe. Minasebetên bi rejima îşxalker re û parastina heqên Filistînîyan bi hevdû re naçe. Parastina de’wa Qudsê, di rêya nenaskirina rejima îşxalker a ku navê wî bi îşxal û qetlîaman re hatîye zikirkirin de derbas dibe.”

Ramanli, axavtina xwe weha domand, “Tu sozek û menfeateke neteweyî ji de’wa Qudsê û hiştina li ser pîya ya Heqqê muhîmtîr û qîmetdar nîne. Em rayedarên hikumetê û rayedarên dewletê dawetê vegerîna ji ev xelatîyê û qutkirina hemû minasebetên bi rejima îşxalker re dikin.”

“Gerek bi rejima Sûrîyeyê re hevdîtinên raste rast dest pê bike”

Ramanli, di berdewama axavtina xwe de derheqê gotina Mewlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkîye ku ew gotibû lazim e ku muxalîfan û rejima Sûrîye aştîyê bikin, ku nekin li Sûrîyeyê aştîyeke mayîn ew ê ne mimkin be de axivî û got ku ev gotin û daxuyanîyê em gelek muhîm dibînin, Ramanli, bal kişand ku ev herba ku bû 11 salan berdewam dike bû sedema mirina bi sedhezaran sîvîlan, ketina nav rewşa miltecîyan ya bi milyonan sîvîlan.

Ramanli, weha got, “Gerek ji bona bê dawîkirina vê herba nav welat ya ku hemû herêmê bi xirabî tesîrdar dike û îxtîlafan kur dike bi lez û bez hereket bê kirin. Divê welatên herêmê bi taybetî jî Tirkiye û Îran bêyî şert û merc alîgiran bînin cem hev. Tirkîye, gerek bi rejima Sûrîyeyê re bi şertên, sekinandina xwîna ku diherike, vegerîna miltecîyan ya di nav ewlehîyê de û êrîşên li ser muxalîfan bê dawîkirin bi raste rast hevdîtinan bide dest pê kirin. Pêvajoya sîyasîya nû ya ku hemû unsûrên di nav welat de beşdarî bibin bi lez û bez bê destpêkirin, ji bona ku welat ji nû ve bê avakirin welatên herêmê jî alîkarîyê bikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir