• DOLAR 32.194
  • EURO 35.012
  • ALTIN 2505.132
  • ...
Li Kurdistana Başur îmtîhana “Hedîs”  bi beşdar bûna 25 hezar pîrekan hat tertîpkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qonaxa heftem a îmtîhana Projeya Nirxa Hedîsê bi taybetî ji bo keç û jinan roja Înê hat amadekirin.

Li gorî daxuyaniyên rayedarên ku projeyê amade kirine, ji Herêma Kurdistanê nêzî 25 hezar kes beşdarî îmtîhanê bûne.

Piştî îmtîhanê, pisporan peyamek spasiyê belav kirin.

Di peyama ku hat dayîn de wiha hat gotin: "Pêxember (s.a.w.) wiha gotiye: ‘Kesê ku ji mirovan re spas neke, ji Xwedê re şikir jî nekiriye.’ Bi vê minasebetê em ji hemû xuşk û birayên xwe yên ku di îmtîhana ‘Projeya Nirxa Hedîsê’ de keda xwe kirine re spasiyên xwe pêşkêş dikin, Xwedê we bi baştirîn awayî xelat bike. Bi rastî jî hûn xwediyê îmtîhanê ne. Proje û em bi we serbilind in. Proje aîdî her kesî ye û em hemû bê cudahî di xizmeta Pêxember (Aleyhi Vesellem) de anîn cem hev." (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir