• DOLAR 32.232
  • EURO 34.971
  • ALTIN 2505.033
  • ...
Ji rejîma îşxalê ya sîyonîstan êrîş li ser Nablûs'ê hat kirin: Şehîdek û 70 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Heyva Sor a Filistîn'ê ve hat belavkirin de hat diyarkirin ku, arteşa qaşo  ya rejîma îşxalê ya sîyonîstan, êrîşek li ser Navenda Yekîtîya Stargeh a Jinên Filistînî ya ku li bajara Nablûs'ê ye kir.

Hat ragihandin ku îşxalkerên sîyonîst guleberdanek li kesên ku bertekê nîşan dane kirine û di encama guleberdanê de xortek şehîd kirine, herî kêm jî 70'ê kesan birîndar kirine.

Hat diyarkirin ku rewşa 3 birîndaran giran e.

Rejîma îşxalê pir caran li ser Şerî'a'ya Rojavayê û Quds'a Rojhilatê êrîşan dibin li ser mal û dikanan û bi îddî'ayên cuda Filistînîyan êsîr digire.

Arteşa qaşo ya rejîma îşxalê ya sîyonîstan, di 6 mehên 'ewil ên vê salê de nezî 1600 caran êrîşî li ser axên Filistîn'ê kirin e. Di van êrîşan de herî kêm 60 Filistînî şehîd bûn, nezî 6 hezar Filistînî jî birîndar bûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir