• DOLAR 32.218
  • EURO 34.974
  • ALTIN 2452.74
  • ...
Cesedê zarokê ku di golê de xeniqî hat dîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer di Gola Kengerlî ya li ser Rêbeja Diyarbekir-Ferqînê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Ahmetê 13 salî yê ku digel malbata xwe çûbû golê ji bo hênik bibe ket golê.

Ahmetê bîyanî yê ku têket golê piştî demekê  di golê de xeniqî û canê xwe ji dest dan.

Piştî ku malbatê xeber da rayedaran AFAD hat cihê bûyerê û xebat dan destpêkirin.

Di encama xebatên ku 3 seatan berdewam kir de cesedê zarokê ku di golê de xeniqî hat derxistin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir