• DOLAR 32.2
  • EURO 35.036
  • ALTIN 2501.833
  • ...
Li Entabê pevçûna bi çekdar: Mirîyek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li Taxa Taşlicaya ku girêdayê navçeya Şehîtkamîla Entabêye du komên ku li cihê daran hatin cem hev li hev xistin û dû re bi çekan şer kirin.

Di encama pevçûnê de gule li serê Bozan Gurbuz (20) ket.

Bi xeberdayîna mirovan ji cihê pevçûnê re ekîbên tenduristîyê hatin sewqkirin, lê Bozan Gurbuz li cihê pevçûnê canê xwe ji dest da.

Cesedê Bozan Gurbuz piştî miameleyên Sazîya Tiba Edlî ji malbata wî re hat teslîmkirin û derheqê meseleyê de jî 5 kesên şikdar hatin qefaltin.

Hat diyarkirin tehqîqatên wan 5 şikdaran hêj berdewam dike. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir