• DOLAR 32.224
  • EURO 35.026
  • ALTIN 2513.648
  • ...
Li Musil'ê ji Hêzên Çekdar ên Tirkan re êrîşa bi roket
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hate diyarkirin ku di êrîşa li ser Wargeha Zelkan a ku leşkerên Tirk lê bi cih bûne de ti ziyana canî çênebûne.

Hat ragihandin ku êrîş bi 3 roketên Grad 112 hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîş di saet 21.20'an de pêk hatiye ku roketek li nuqteyeke nêzî wargehê, 2 roketên din jî li nêzî gundê Gudadê ketine.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku herêma ku roketavêj lê hene di bin kontrola hikûmeta Iraqê de ye û plana avêtina 5 roketan hebû, lê 2 roket nehatin avêtin.

Ti kesî berpirsyariya êrîşê negirt ser xwe, ji aliyê Tirkiye'yê ve jî daxuyaniyeke fermî li ser mijarê nehat dayîn.

Hêzên Çekdar ên Tirkan (HÇT), di sala 2015'an de li bakûra Başîka Musil'ê wargehê leşkerî avakiribû.

Wageha Hêzên Çekdar a Tirk a li herêma Başîka ye, dem bi dem rastî êrîşan tê. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir