• DOLAR 32.216
  • EURO 35.038
  • ALTIN 2512.171
  • ...
Mucahid: Em ê destûr nedin ku ji ser axên Efxanistanê êrîşî welatên cîran bê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berî vê çend rojan ji teref endamên DAIŞê ve li ser sînorên Efxanistanê bi mûşekan li Ozbekistan û Tacikistanê hat kirin. Ji ber vê êrîşa ku hat kirin ji teref asayîşa Mîrektîya Îslamê yê Efxanistanê  ve li dijî endamên DAIŞê operasyon hat lidarxistin û di encama operasyonê de 3 endamên DAIŞê hatin kuştin û 5 jî hatin girtin.

Ji teref Berdevkê Mîrektîya Îslamê yê Efxanistanê  Zebîûllah Mucahîd ve derheqê vê mijarê de daxuyanîyek hat belavkirin. Mucahîd di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Em ê destûr nedin ku ji ser axên Efxanistanê êrîşî welatên cîran bê kirin. Hêzên ewlehîyê yên Mîrektîya Îslamê yê Efxanistanê roja şemîyê di derengîyên êvarî de operasyonek dan destpêkirin û di netîceya operasyonê de3 endamên DAIŞê hatin kuştin û 5 jî hatin girtin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir