• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Li Gujarat’ê ji ber barana zêde hejmara kesên ku canê xwe ji dest dan derket 47’an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bandora barana ku ji 7’ê Tirmehê de dibare li herî zêde herêmên Tapî û Navarîyê hat dîtin. Ekîbên xelaskirinê di van herêman de heta niha 300 kesan bi saxîtî xelas kirin.

Li deverên lehîyê heta niha 39 hezar kes ji teref desthilatdarên Gujaratê hatin xelaskirin û hatin şandin kempa demborî. Ji ber lehiya avê li hin qismên rêya Ahmedabad-Mumbaî’yê trafîk sekinî.

Li wilayeta Assam’ê jî ji ber lehiyê heta niha 179 kes jiyana xwe ji dest dan. Hejmara afetzedeyan derket 1,6 mîlyonê, di 23 navçeyan Assamê de 1,6 hezarî zêde herêma çolterî di bin avê de man.

Ji lehiyê li Assamê 138 hezar xanî yan bi temamî yan bi qismî xerabûn. Ji ber hilweşîna berajê bajarê Silcharê hema hema bi giştî di bin avê de ma. Lehî 10 mîlyar rupî (1,2 mîlyar dolar) zerarê da aborîya bajarê. 47 hezar hektar erdê çandî ya Assam’ê jî di bin avê de man. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir