• DOLAR 32.577
  • EURO 34.988
  • ALTIN 2456.575
  • ...
Koçbera ku li Girava Sakizê laşê wî hat dîtin sedema mirina wî ji ber birçîbûnî û bêavîyê bûye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cesedê Hûda Alî Ahmedê Somalîyî yê 24 salîye ku ji ber tirsa ku ew ê ji teref Yunanîstanê ve bê vegerandin alîyê Tirkîye dema ku xwe li çîyayên Girava Sakizê veşartibû û canê xwe ji dest dabû hat dîtin.

Abu Abdul Fatahê Birayê wî yê ku ji Fransayê hatibû wî teşxîs kir ku ew birayê wî ye. Derheqê mirina Ahmed de hê tu daxuyanîyek fermî nehat belavkirin.

Abu Abdul Fatah, destnîşankir dibe ku mirina koçber ji ber rehtbûna zêde, birçîbûnî û bêavîyê bûbe.

Abu Abdul Fatah, tiştên ku hatîye li ser birayê wî weha qal kir, “Birayên min dema ku gihîştina giravê bi şeklê komên ku bi 6 kesan çêdibin belav bûne. Kekê min jî ketîye nav komekî ku di nav wê komê de 4 jê qîz, 2 jê zilam hene bûye û bi hevdû re derketine çîya. Di kelekê de zêdetir mirov hebûne. Qasî ku me bihîstîye hema hema 30 kes hebûne. Ji ber vegerandina alîyê Tirkîye tirsîyane, ji ber vê yekê bi komên biçûk belav bûne û di nav devîyan de xwe veşêrdane. Di germahîyeke ewakî de, ji bona wan xwe veşêrdana ji rojekî zêdetir zehmet bû û mixabin ji ber ku birayê min nikaribûye bimeşe di çîyade maye. Ji ber ku 4 roje xwe veşêrdaye ji ber bêavî û birçîbûnîyê nikaribûye pêçîya xwe jî bileqîne.”

Di berdewama daxuyanîyê de Fatah îfade kir ku yekî bi navê Abdahamanê jî bi birê wî re bûye ew jî ji bona ku avê bibînin derketine gerê û di dema derketine gerê de hatine qefaltin û hatine vegerandin hêla Tirkîye, Fatah jî agahîyên dawî yên derheqê birayê xwe de jî Abdahamanê bidestxistîye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir