• DOLAR 32.475
  • EURO 34.917
  • ALTIN 2427.792
  • ...
Ji HAMASê ji “Deklarasyona Qudsê” re bertek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hamasê ku derheqê piştî îmzekirina Deklarasyona Qudsê a ku Joe Bîdenê Serokê Emrîqayê û Yaîr Lapîdê rayedarê rejima îşxalker de daxuyanîyek belav kir, û di daxuyanîya xwe de îfade kir ku ew vê danezanê bi hemû alîyên wê red dikin û bal kişand ku ev danezan tê vê me’neyê ku neyartîya Emrîqa û rejîma îşxalker a li hember xelqê Filistînê bi eşkeretî nîşan dide.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku ev danezanî di ‘eynî wextê de ev tê armanckirin ku girêyên alema Ereb û alema Îslamê ji de’wa Filistînê bi temamî bê qutkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat îfadekirin ku Emrîqa bi vê şeklê aligirîyê xwe yê bi rejîma îşxalker re û neyartîya li xelqê Filistînê bi eşkere dide nîşandan, ev aligirî jî tê vê me’neyê ku Emrîqa jî hevparê sûcên însanî ya rejîma îşxalker e ku li ser ‘erdên Filistînê dike.

Hat diyarkirin ku bi vê danezanîyê ev tê armanckirin ku cihê rejîma îşxalker bila zêdetir bê qewetkirin.

Di dawîya daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ev danezanî, sibe roj, ewlehî û aramîya alema Îslamê û Ereban bi şeklekî ciddî tehdît dike, hemû xelqên Misilman û hêzên ûmmetê jî ji bona ev telqînên Emrîqayê ku menfeatên rejîma îşxalker armanc dike ku bike binê ewlehîyê stûyê xwe xwar nekin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir