• DOLAR 32.202
  • EURO 35.033
  • ALTIN 2502.648
  • ...
Zêdeyî 150 hezar Misliman li Mescîda Eqsayê nimêja eydê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî nimêjê bi hezaran Misliman li xutbeya eydê guhdarî kirin, li Mescîda Eqsayê jî Qur'an û tekbîrên teşrîqê hatin xwendin.

Piştî nimêjê Filistîniyan helaw û şîranî û şekir li hev belav kirin û eyda hevdû pîroz kirin.

Ciwanan jî diyarî li zarokên ku bi malbatên xwe re ji bo nimêja eydê bikin hatin Eqsayê belav kirin.

Piştî nimêjê murabitên ku li dijî êrîşên li Mescîda Eqsayê nobetê digirin bi dengekî bilind qîriyan, li hewşa Mescid-î Eqsayê pankart hatin vekirin.

Di vê navberê de hat destnîşankirin ku kesên ku ji teref Rejîma îşxalker a Siyonîst ve ji Mescîda Eqsayê hatibûn cezakirin nimêja xwe ya eydê li nêzî Deriyê El-Esbat ku di nav van herêman de cihê herî nêzîk ji Mescida Eqsayê ye kirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir