• DOLAR 32.222
  • EURO 34.71
  • ALTIN 2446.744
  • ...
Weqfa Êtîman li Cizîrê berî Cejna Qurbanê alîkarî bi êtîman kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nûnertiya Weqfa Êtîmana Cizîrê beriya Cejna Qurbanê êtîm ji bîr nekir û bi cil û berg û pêlavên Cejna Qurbanê  zarokên sêwî û êtîm kêfxweş kir.

Di bernameya ku ji teref rayedarên Weqfa Êtîman ve hat lidarxistin de bi dehan zarok li gor dilê xwe  cil û bergan kirîn.

Nûnera Cizîrî yê Weqfa Êtîman Şefaat Camçi jî der barê alîkariyê de agahî da û wiha got: “Weke Nûnertiya Weqfa Yetîman a Cizîrê beriya Cejna Qurbanê me malbatên xwe yên sêwî anîn dikanê û ji wan re cil û berg û pêlavên cejnê kirî. Bi desteka xêrxwazan me di vê cejnê de  êtîm û sêwiyan kêfxweş kir. Xwedê xêra xêrxwazên me qebûl bike.". (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir