• DOLAR 32.203
  • EURO 35.04
  • ALTIN 2502.447
  • ...
Li Iraqê mebûsên Sadrê îstîfa kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Muhammed el-Halbussîyê Serokê Parlamentoya Iraqê yê Alîyê Sedrê got ku, hemû mebûsên (73) ku alîyê Sedrê ne, îstîfayên xwe teqdîmê meclîsê kirin.

Muqteda es-Sadrê Serokê hereketê, roja Pencşema borî, ji mebûsên xwe yên ku li parlamentoyê de alîyê ku ew ê herî mezin in re, ji bo ku astengîya di meclîsê de heye bê rakirin û hikumetek nû bê avakirin bang kiribû ku bila îstîfayên xwe teqdîm bikin.

Parlamentoya li Bexdayê, ji hilbijartinên giştî yê ku di meha Cotmehê de hat kirin vir ve krîzek jîyan dike. Ji hilbijartinê heta niha ji bo kesê ku bikeve cihê Mustafa el-Kazimîyê Serokwezîr e re hê piranî nehat tertîpkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir