• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Sinneta Îtîkafê tê jîyankirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Welatîyên ku li Êlîhê xwe kirine nav Mizgefta Mehmet Emîn Tereceyê sinneta îtîkafê bi cîh tînin.

Welatîyên ku di dema îtîkafê de xwe ji dinyayê cihê dikin, xeyn ji îxtîyacîyên xwe ji mizgeftê dernakevin û hemû wextên xwe bi îbadetê derdas dikin. Welatîyên ku mecbûr nebînin ji bona ku derkevin derve fitarî û paşîvên xwe jî li vê derê dikin.

“Wext gelek xweş derbas dibe”

Hasan Aygulê ku ketîye Îtîkafê, got ku ew bû du sale 10 rojên dawîya Remezanê dikeve îtîkafê û weha li axavtina xwe zêde kir, “Hemd ji Xwedê re ku wext gelek xweş derbas dibe. Ez ji roja Pencşemê heta niha di mizgeftê da me. Roja me bi giştî weha derbas dibe; piştî nimêja nîvroyê miqabela Quranê dikin, dû re ji bona ku bişev şîyar bibînin 1-2 seat qeylûle dikin, piştî nimêja ‘esrê heta fitarîyê cardin Quranê dixweyînin. Nimêja Mexrîbê dikin û dû re li mizgeftê fitarîya xwe vedikin. Piştî nimêja terawîhê şeva xwe jî bi nimêjê, bi Quranê, bi zikir û duayan derbas dikin.”

SEYYÎD MUHAMMED YUSUF ÎPTAŞ

“Wê menewîyatê, dema kû hinek be jî me ji karên dinyayê dûr dixe”

Seyyîd Muhammed Yusuf Îptaşê Xwendekarê 3yemîn ê Fakulteya Tip ê Zaningeha Seqeryayê ku ketîyê îtîkafê jî axivî û weha got, “Sala borî jî ez li vê derê ketibûm îtîkafê. Înşeallah ev îtîkaf ew ê îtîkafa min yê duuyemîn bibe ku ez dikevimê. Bû 3 roje li vê derê me. Ez xendekarê zaningehê me, ji bona ‘Îda Remezanê û Îtîkafê hatim bajarê xwe. Hemd ji Xwedê re ku îtîkaf, dûrketina ji hemû kar û mijûlên dinyayê ye. Hemd ji Xwedê re ku tesîra îtîkafa me ji temamî sala me re heye. Wê menewîyatê, dema kû hinek be jî me ji karên dinyayê dûr dixe.”

“Hemû kes bila di ‘emrê wan de carek be jî îbadeta îtîkafê bi cîh bînin”

Îptaş di berdawama axavtina xwe de destnîşan kir ku ew li vê derê wextên xwe bi zikrê, xwendina Quranê û bi sohbetan derbas dikin û li axavtina xwe weha zêde kir, “Van deman ji bona me yadên ku nayên jibîrkirin in. Hele hele ji kesên ku di ‘emrê min de ne re tewsîye dikim ku bila vê tecrûbeyê jîyan bikin. înşaallah ez ê di salên pêşînde jî vê îtîkafa xwe berdewam bikim. Li gorî min hemû kes carek be jî bila îbadeta îtîkafê bi cîh bînin.”

KAZIM BUYUK

“Bi cîh anîna îbadeta îtîkafê gelek hîsekî xweşik e”

Kazim buyukê ku li gorî ‘emrê xwe dîsa jî hatîye îbadeta îtîkafê bi cîh tîne jî axivî û weha got, “Îbadeta îtîkafê sinneta pêxemberê me ye. Wext gelek xweş derbas dibe. Em li vê derê ji hemû Misilmanan re duayan dikin. Ez wexta xwe, bi xwendina Quranê, kirina nimêjin nafîle, kirina dua û bi muqabeleyê derbas dikim. Bi cîh anîna îbadeta îtîkafê gelek hîsekî xweşik e. Em hemû kesan ji bona ku beşdarê vê îbadetê dikin de’wet dikin.” (ÎLKHA)

 























Bu haberler de ilginizi çekebilir