• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Rejima sîyonîst a îşxalker cardin êrîş li Mescîdî Eqsayê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat destnîşankirin ku rejima îşxalker li Mescîdî Eqsayê li alîyê Qudsa Rojhilat êrîş li Filistînîyên ku di Mescîdî Eqsayê de ketibûn îtîkafê kir.

Polêsên ku di Derê Maxarîbe de ketin nav Mescîdê, bombeyên deng û guleyan avêtin hindir.

Di encama êrîşê 12 Filistînîyên ku ji Mescîdê derneketin birîndar bûn. Hîva Sor a Filistînê daxuyand ku, di encama êrîşê de 12 kez birîndar bûn û medexelaya ‘ewil li wan hat kirin, ji wan 2 kes jî hatin rakirin nexweşxaneyê.

Hat destnîşankirin ku ji teref rejima îşxalker ve ji ekîbên Hîva Sor a Filistînê re ji bona ku bikevin nav Mescîdê û midexele li birîndaran bikin asteng hat kirin.

15ê Nîsanê de jî rejima îşxalker bi xaz û bombeyên dengan êrîş li Mescîdî Eqsayê kir û di encama êrîşê de gelek kes birîndar bûn û bi sedan kes jî hatin desteserkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir