• DOLAR 32.242
  • EURO 34.969
  • ALTIN 2437.55
  • ...
NY: Îsraîl, ji bona ku îşxala xwe berdewam bike şîddeta ku îxtîyacîya wî bi wê ye daîma zêde dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komîsertîya Bilinda Heqên Însanî yê Neteweyên Yekbûyî, daxwaz kir ku bila êrîşên rejima îşxalker a sîyonîst ya ku li ser Mescîdî Eqsa û li Quds tên kirin bila bên tehqîqatkirin.

Ravîna Shamdasanîyê Berdevkê Komîsertîya Bilinda Heqên Însanî yê Neteweyên Yekbûyî weha got, “Polês û leşker mecburin ku beşdarê standard û normên navneteweyî bibin. Polêsa îsraîlê gerek bi lez û bez êrîş û qewetê xwe yê bêrêjedarî bide dawîkirin. Şîddeta ku polêsa îsraîlê dike gerek, bê alî, serbixe û bi şeffafî bê tehqîqatkirin. Ji hemû kesên ku mesulê îxlalêne re hesap bên pirsîn, ev prosedorên ku derheqê bi kar anîna qewet ji bona ku îxlalên zêde çênebe gerek cardin li ser wî bê fikirandin.”

Komîsertîya Bilinda Heqên Însanî yê Neteweyên Yekbûyî got ku ev hereketên ‘nexweş’ yên rejima îşxalker ku hatine tespîtkirin endîşeyan roj bi roj zêde dike.

Berdevk weha berdewam kir, “Gelek Filistînîyên îxtîyar, pîrek, zarok û rojnamegerên ku hat dîtin ku ji hêzên îsraîlê re tu tehdîdeke wan tunene bi copan û bi guleyên plastîkî hatin êrîşkirin. Rakeşên li Qudsê herêmên dinê jî tesîrdar dike. Bi taybetî hêzên çekdarî ya îsraîlê di 10ê Nîsanê de li Husanê êrîş li pîrekek kiribû û mirî çêbûbûn dibe sedema endîşeyê. Em cardin tebitîya ku YN bang kirîye nûveje dikin û bang dikin ku bila di rewşa çêbûna mirî an jî birîndaran de tehqîqat bê kirin.”

Mîchael Lynk di dawîya axavtina xwe de weha got, “Di nav hefteyekî yê borî de, em ji şîddetên herî zêde yê ku di nava 55 salan pêk hat de şahid bûn. Bê hereket mayîna navneteweyî yê li hember vê dereceya şîddeta nû, ew ê şîddeta zêde teşwîq bike. Îsraîl, dereceya şîddetê ya ku îxtîyacîya wî ji wê heye di nav 16 mehî de bi îstîqrarî zêde dike.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir