• DOLAR 32.834
  • EURO 35.261
  • ALTIN 2447.241
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: Sîyonîzm, terorîzm e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Balafirên rejîma îşxalker di seatên êvarê de li Refahê êrîşî konên ku Fîlîstînî di nav de dijîyan kirin, di êrîşê de herî kêm 40 Fîlîstînî şehîd bûn.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, ji êrîşa îşxalkeran ku li dijî Refahê lidarxistin re bertek nîşan da.

Yapicioglu, li ser hîsaba xwe yê Xê weşanek parve kir û di weşana xwe de weha got:

“Sîyonîzm, terorîzm e. Sîyonîzm pileya herî bilind yê bêwijdanîyê ye. Sîyonîzm, çelika herî bin a bêexlaqîyê ye. Ger hemû însan werin cem hev û bibêjin bisekine jî ew ê wehş û hovên sîyonîst ji qirkirinê re berdewam bikin. Gotin qedîya! An ew ê însanîyet dest bi kar bike vê agirê bitefîne, an jî ew ê ev agir dinyayê bişewitîne, însanîyetê bikuje.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir