• DOLAR 32.232
  • EURO 35.069
  • ALTIN 2471.345
  • ...
Dinya daxwaz dike ku Misilmanên Efxenîstanê yên ku zeferê qezenc kirine bi birçîbûnîyê terbîye bikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokatîya Şaxa Ciwanîyê ya Meletî yê HUDA PARê, ji ber minasebeta “Hefteya Mistez’efan ya Cîhanê ku 16-23 Adarê” li eywana konferansa partîyê bernameyek tertîp kir.

Di bernameyê de Mehmet Alî Yildiz pêşkeşkerî kir, Zilkif Yokuş Qurana Pîroz xwend û Mehmet Îlker Donmezê Serokê Bajarê Meletî yê HUDA PARê axavtina destpêkirinê kir.

Metîn Kayayê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê jî di bernameyê de derheqê muhîmtîya wê rojê de axavtinek kir û di axavtina xwe de destnîşan kir ku gerek mustezefî û tehdeyî ne qederê Misilmanan be.

“Misilmanan, li coxrafyaya Îslamê zilmê dibîne”

Kaya, di axavtina xwe de bal kişand ji bona ku Misilmanan, zilm û tehdayîyê nebînin lazim e ku em cehd û xîretê bikin û ew li axavtina xwe weha zêde kir, “Îro Misilmanan, mistez’ef in, pelçiqîne, lê ew vê zilmê li navenda kufrê nabînin, li ser ‘erdên Îslamê û li coxrafyayên xwe yên ku li ser wê coxrafyayê dijîn dibînin. Dema ku Xwedê Teala xîtabê wan mistez’efan dike, dibêje ku ew di nav kufrê de kêmanî bûn. Lê îro li Misilmanan mixabin di nav coxrafyaya Misilmanan de, di nav Misilmanan de û bi navê Misilmanan zilmê tê kirin. Ha meseleya ku em li ser vê meseleyê bifikirin ev meseleye.”

“Dinya, daîma zilma ku li ser coxrafyaya Îslamê heye bêdeng ma”

Kaya, di axavtina xwe de bal li ser zilm û qetlîamên li coxrafyaya Îslamê kir û weha got: “Îro li Yemenê zilmekî heye, qetlîamekî heye. Dibe ku her roj bi sedan zarok ji birçîna dimrin! Em jixwe ev ê ku bi çekan tên kuştinê najmêrin jî. Jixwe rewşa Sûrîyeya ku li ber serê meye li ber çavan e. Misilmanan, li Filistînê, li Iraqê, li Pakîstanê û li Efxenîstanê di bin zilmê da ne û gelekê me jî vê zilmê qebûl kirîye. Jixwe alîyê ku bi keder e jî Misir e. Di hefteya borî de 18 ciwanên me bi bêdengî hatin daliqandin û ji tu kesê jî deng derneket. Dema ku li alîyekî dinyayê yek bê daliqandin, wan îdarevanên dinyayê yên  ku dev, goh, û çavên xwe girtine ew ê qîyametê bianîyana li ser serê dinyayê, lê ji bona Misirê deng dernaxin! Ji Misilmanan jî deng derneket. Li Meydana Rabîaya Misirê 2 hezar û 500 Misilman hatin qetilkirin, ji tu kesê deng derneket. Daîma bêden man.  Kufir, ji bêdengîya Misilmanan re tu car bêdeng namîne. Ew me hîn kirin. Ji me re gotin ‘Hûn mistez’ef in, reben in, dengên xwe dernexin’. Em jî dengê xwe dernaxin. Ji bona ku em dengê xwe dernaxin jî di vê rewşê da ne.”

“Wan kesên ku ji Ukraynayê direvin bi çîçekan pêşwazî dikin, Misilmanên ku ji herbê direvin re jî kelekên wan bin av dikin û wan qetil dikin”

Kaya di berdewama axavtina xwe de weha got, “Li çar alîyê dinyayê xwîn diherike  lê ji tu kesî deng darnekeve. Dinya li ser di meseleya herba Ukrayna-Rusyayê de yek bûye, dinya wan ên Ukraynayîyan ji çapemenîyê re zarokên bi çavên şîn û porên zer didin naskirin û ji bona wan jî çi ji destê wan bê dikin. Diçin kîjan welatî bi çîçekan tên pêşwazîkirin lê Misilmanên ku ji herbê direvin re jî kelekên wan bin av dikin an jî wan di sînoran de tezî dikin û wan qetil dikin. Heta ku ev tişt berdewam bike ew ê mistez’efîya me jî berdewam bike. Heta ku em wek, wî Filistînîyê 14 salî yê ku di nav wan leşkerên sîyonîstan de çi qas jî çavên wî girtî bû jî serê xwe rast kirîye û bi serbilindî berxwedanê kîrîye nebin, ew ê mistez’efîya me berdewam bike. Tehdeyî û mistez’efî gerek qedera me nebe. Resulê Xwedê (selat û silav li ser wî be) jî di temamî ‘emrê xwe de li hember zilmê sekinîye. Dema ku em ji zilmê re bexwedanê nîşan nedin ew ê zilm daîma li ser serê me be.”

“Kînga ku misilmanan ji zilmê re berxwedanê nîşan dane micadeleya wan gihaştîye encama xwe”

Kaya di axavtina xwe gelek bal kişand li hemû cîhên ku Misilman ji zilmê re bêdeng bimînin ew ê zilm jî roj bi roj û qet bi qet zêde bibe û ew li axavtina xwe weha domand, “Encex Misilmanan, li ku derê ji zilmê re berxwedanê nîşan dabin û li hember zilmê sekinîne, digel pirsgirêk û zehmetîyan ve dîsa jî  micadeleyên wan gihîştîye encama xwe. Xwedê Teala ‘adil e, xwedîyê edaletê ye. Eger dema ku em micadele û xîretê bikin, mutleqe Xwedê Teala ew ê sozê xwe bi cîh bîne. Serê kufrê, li çar alîyê dinyayê, li Bosnayê, demekî li Çeçenîstanê û dawî jî li Efxenîstanê hat tewandin.”

“Ew Efxenîstanê bi birçîbûnîyê dixwazin ku terbîye bikin”

Kaya di dawîya axavtina xwe de bi bîr anî ku “Misilmanan li Efxenîstanê digel birçîbûnîyê micadeleyê qezenc kirin. Âdeta hemû dinya ji bona ku Efxenîstanê birçî bihêlin tu dibê qey ketine nav pêşbirkekî. Alîkarxwazên Xerbê(!) yên dema ku li alîyekî dinyayê dinê de pirsgirêkek derkeve ji bona alîkarîyê zû dikin, dema ku qala Efxenîstanê jî dibe dev, çav û gohên xwe digrin. Çîmkî li Efxenîstanê misilmanan zeferê qezenc kirine, wan mexlûb kirine, ew jî Efxenîstanê bi birçîbûnîyê terbîye dikin. Bi îzna Xwedê ew ê di wê de jî muweffeq nebin.”

Bername bi xwendina duayê dawî bû. (ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir