• DOLAR 32.484
  • EURO 34.779
  • ALTIN 2416.556
  • ...
Li Kîevê êrîş li navenda danûstandinê hat kirin: 8 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî daxuyanîya Serdozgerîya Ukraynayê, hêzên çekdarîya Rusyayê doh êvarê bi roketan êrîş li navçeya Podolskaya Kîevê kir.

Di daxuyanîyê de hat ragihandin ku di encama êrîşê de navendekî danûstandinê xira bû, camên malên derdorê û erebeyên ku parqkiribûn jî zirarê dîtin.

Hat destnîşankirin ku di encama êrîşê de li gorî dîyarîyên ‘ewil herî kêm 8 kes canê xwe ji dest dan û ew ê di seatên pêş de jî hêjmarên mirî û birîndaran bên îfadekirin.

Hat dîyarkirin ku xebatên ekîbên xelaskirinê û hêzên ewlehîyê berdewam dike.

Di dawîya daxuyanîyê de hat gotin ku derheqê meseleyê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir