• DOLAR 32.24
  • EURO 35.214
  • ALTIN 2461.11
  • ...
Li girtiyên jin ên Filistînî bi awayekî sîstematîk îşkence tên  kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat diyarkirin ku li dijî girtiyên jin ên Filistînî yên di zindanên dagirkeriyê de ne, ji aliyê rejîma sîyonîst ve bi awayekî sîstematîk îşkence tê kirin.

Li gorî rapora ku ji aliyê Nûnertiya Girtî û Azadkirî ya Rêxistina Rizgariya Filistînê ve hatiye amadekirin, hate diyarkirin ku jinên Filistînî di girtîgehan de tên tecrîdkirin, her tim rastî heqaretan tên, têkiliya wan bi cîhana derve re hatiye qutkirin û her tim hewl tê dayîn ku psîkolojî û ruhiyeta wan xirab bibe.

Di raporê de hat ragihandin ku bi taybetî piştî 7ê Cotmehê cezayên zêde li jinan hatin birîn, kalîte û mîqtara xwarinên wan hatin kêmkirin, serdana malbatan hat qedexekirin, cil, betanî û malzemeyên paqijiya jinan hatin astengkirin.

Di raporê de hat ragihandin ku ava vexwarinê ya jinên Filistînî ku malzemeya herî bingehîn a jiyanê ye, bi zanebûn hatiye edemkirin û dema ku diçin klînîkê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve rastî lêdan û îşkenceyê hatine an jî dema bi parêzer re hevdîtin pêk anîn, dest, ling û çavên wan hatin girêdan û lêgerîna tazî li wan hat kirin, hate diyarkirin ku bi tecawizê hatine tehdîtkirin, porê wan hatine kişandin, bi erdê re hatine kaşkirin di rewşên dijwar û bi êş de bi telefonên xwe yên destan wêne hatin kişandin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku rewşa giştî ya jinan zehmet û bi fikar e û bang li sazî û rêxistinên jinan ên navneteweyî hat kirin ku ji bo jinên Filistînî bikevin nava tevgerê. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir