• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Karwana Hêvîyê li Efxenîstanê ji bi hezar kesan re goştê sor belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qurbanên ku ji teref 3 şîrketên Tirkîyeyê ve hatine bexşkirin, li bajara Mezar-i Şerîfê ku girêdayê wîlayeta Belhê ye bi navê wan şîrketan cuda cuda deweyek hatin jêkirin û ji mûhacirên ku di kampê de dijîn re hat belavkirin.

Heywanên biçûk ên ku ji teref xêrxwazan ve hatine bexşkirin jî, ji malbatan ku li 4 kampên cuda yên ku li bajara Şîbîrgana ku girêdayê wîlayeta Cevîzcanê ye re hatin belavkirin. Di dema belavkirina goştan de pîrekeke hat cem wezîfedaran û got ku kurekî wê li bajarekî dinê rehmet kirîye lê ew ji ber tinebûnîyê nikare biçe cinaza kurê xwe bîne, ji ber vê yekê ji wê pîrekê re û ji êtîman re jî alîkarîya pere hat kirin.

Dîsa li cîhekî dinê di dema belavkirina goşt de wezîfedaran bihîstin ku li kampê qîzikeka ciwan rehmet kirîye û gelekê malbatan jî çûnê cinazeya wê ciwanê, ji ber vê yekê wezîfedaran jî goştên wan çadiran teslîmê mesûlê wê kampê û meleyê kampê kirin. (ÎLKHA)

















































Bu haberler de ilginizi çekebilir