• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Li Tanzanyayê kamyon û otobus li hev qelibîn: 22 mirî 38 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza li taxa Melela Kibaonîya bajarê Morogoroyê pêk hat.

Li gor nûçeya çapemeniya herêmî kamyoneke ku ji navenda bazirganiyê ya Dar es Salaam ber bi Komara Demokratîk a Kongoyê diçû û otobuseke rêwiyan a ji bajarê Mbeya ber bi Tanga ve diçû li hev qelibîn.

Fermandarê polîsên herêma Morogoro Fortunatus Musilimu diyar kir ku ji rêwiyan 13 li cihê bûyerê mirine û 9 ji wan jî li nexweşxaneyê mirine û dermankirina 38 birîndaran jî didome.

Tê fikarkirin ku hejmara mirîyan zêdeti bibe.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir