• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Karwana Hêvîyê ya Xarpetê di şeva Beraatê de ji 120 malbatan re alîkarî belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Karwana Hêvîyê ya ku destê xwe yê alîkarîyê dirêjê hemû coxrafyayên mezlûm dike, bi navbeynkarîya şûbeyên xwe yên ku li Tirkîyeyê ne, ji êtîm û mixtacan re dibe alîkar û dibe hêvî.

Karwana Hêvîyê ya Xarpetê daxwaz kir ku Şeva Beraatê ji xwe re bike wesîle û di vê şevê de ji bona ku bikeve ber înfaqê ji 120 malbatên mixtac re xwarin, goştê sor û cil belav kir.

Nîhat Bakşîyê Alîkarê Serokê Weqfa Karwana Hêvîyê yê Xarpetê derheqê alîkarîyê de axavtinek kir û di axavtina xwe de îfade kir ku ew wan malbatên mixtac bi wesîlekirina vê şeva mibarek kêfxweş kirin û ji xêrxwazan re jî ji bona ku ji vê xêrê re bûne alîkar teşekkur kir.

Bakşî di berdewama axavtina xwe de weha got, “Em bi navê Karwana Hêvîyê ya Xarpetê li ser Weqfa Karwana Hêvîyê ji Efxenîstan û Efrîqayê re alîkarî belav kir. Dildarên Karwana Hêvîyê li Efxenîstanê belavkirina ardû, xwarin û nan  berdewam dikin. Rebbê alemê bila ji wan dildarên me razî bibe. Wek ku hûn jî zanin di pêşîya me de meha Remezanê heye. Em di vê mehê de ji rêya xwe re bi şîara ‘Werin Em Jîyanê Bi Hevdû Re Xweş Bikin’ derketin û werin jîyanê bi hevdû xweşiktir bikin. Em malbatên feqîr û mixtacan kêfxweş bikin. Bila dilê xêrxwazên me rehet be ku em alîkarîyên ku ji teref wan ve teslîmê me hatine kirin di nav şeffafîyê de dighêjinîn malbatên mixtac.” (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir