• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
SON DAKİKA
Li Êlîhê bi minasebeta Qendîla Beraatê bi dehan malbatan re alîkarîya xwarinê hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îsmet Oktenê ji dildarê Karwana Hêvîyê yê Êlîhê ye derheqê alîkarîyê de daxuyanî da û di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku ew bi navê Karwana Hêvîyê ya Êlîhê li bajêr ji gelek êtîm û mixtacan re alîkarîya kolîya xwarinê kirin.

Okten di axavtina xwe de ji xêrxwazên ku ji wan re alîkarîyê kirine re teşekkur kir û li axavtina xwe weha zêde kir, “Hemd û sena ji Xwedê Tealayê ku me gihiştandîye van sê mehên mibarek be. Em bi navê Karwana Hêvîyê ya Êlîhê her meh bi bernameyekî xêrê û di roj û şevên mibarek de ji malbatên mixtac re alîkarîyê dikin. Em ji bona alîkarîyên ku bighêjin malbatên mixtac xebatên xwe berdewam dikin. Îşev Şeva Beraatê ye. Em jî bi hurmeta vê şevê bi dehan ji malbatên mixtac û êtîm re kolîya xwarinê gihîştand. Em ji xêrxwazên xwe yên ku ji bona alîkarî dane me û em jî bi alîkarîyên wan ji wan mixtacan re alîkar bûne re teşekkur dikin.” (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir