• DOLAR 32.185
  • EURO 34.914
  • ALTIN 2473.268
  • ...
Ji 5 welatên Xerbî yên ku tarîxa wan bi qetlîam û bi herban tijîye derheqê Sûrîyê de daxuyanî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wan Wezîrên Karên Derve yên Amrîqa, Elmenye, Fransa, Îngîltere û Îtalyayê ku tarîxa wan bi qetlîam û bi herban tijîye, di daxuyanîya xwe de destnîşankirin ku ew rejima Sûrîyeyê ji mirinên gelek kesan û êşan mesûl hesibandin.

5 welatîyên Xerbî yên ku bi minasebeta salvegera 11emîn a herba Sûrîyeyê daxuyanîyeke hevparî belav kirin, ew di daxuyanîya xwe de ji êrîşa Rusyayê ya ku li Sûrîye û li Ukraynayê dike re bertek nîşan dan lê ji qetlîam û xirakirinên xwe re jî xwe li nedîtinê danîn.

Amrîqa, Elmenye, Fransa, Îngîltere û Îtalya di daxuyanîya xwe yên hevpar de weha gotin, “Êrîşên wî yên ku îxlalkirina hiqûqa navneteweyî û Peymana Koma Miletan yê li hember Ukraynayê li rastê salvegera  herba Sûrîyeyê ya îsal hatîye, ev tişt nîşan dide ku Rusya di herdû pevçûnan de jî xeddar û xiraker e.”

Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku rejima Sûrîye û alîkarên wê, di vê pevajoyê de gelek kesan kuştin û êşan dan kişandin, ji ber vê yekê ew mesûlên vê meseleyê ne.

Hat îfadekirin ku dema sekinandina vê êrîşên bêşewat zûda hatîye.

Vê daxuyanîya ku ji teref 5 welatên Xerbê ve hatîye belavkir, êrîşên barbarîyên ku li ser coxrafyaya Îslamê tên kirin bi bîr anî. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir