• DOLAR 32.197
  • EURO 34.989
  • ALTIN 2501.189
  • ...
Serokê Hereketa Tewhîdê ya Îslamî yê Libnanê: Bila Misilmanan ji bona Filistînîyekî azad bixebitin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bîlal Şabanê Serokê Hereketa Tewhîda Îslamî yê Libnanê di bernameyên bi minasebeta “Hefteya Qudsê ya Cîhanê” ku her sal di dawîya meha Recebê de tên tertîpkirin de got ku însan, ji biçûkan heta ji mezinan û ji her mezheban ji bona ku wan ‘erdên mibarek azad bikin, lazim e ku ew wezîfeyên xwe yên cîhadê bi kar bînin û ji bona Filistînîyekî azad bixebitin.

“Quds, cîhê yekbûnîya faktorên me yên dînî, millî û mezhebîyê ye”

Şaban, “Quds, cîhê ku Hezretî Îsa li wê derê hatîye dinyayê ye, cîhê ku Hezretî Muhemmed li wê derê rewîtîya Îsrayê kirîye ye. Quds, cîhê zeytûn û hêjîrê yê ku Xwedê Teala li ser wan sond xwarîye ye. Quds, cîhê mibarek û pîroz e ku Xwedê Teala di Qurana Pîroz de qala wê kirîye. Xwedê Teala di sureya Îsrayê de qala wî kirîye. Quds, ji ber hemû van tiştan, cîhê yekbûnîya faktorên me yên dînî, millî û mezhebîyê ye ku me ava kirîye ye. Ez ji Xwedê Teala yê ku qewatê wî ji her tiştî re heye daxwaz dikim ku bila van ‘erdan bike cîhê yekbûnî û xelasîya me.”

“Ev ê ku bi ser me ve dikeve ev e ku em ji bona ku Qudsê paqij bikin û wî azad bikin cehd bikin”

Şaban di axavtina xwe de bi bîr anî ku wan sîyonîstan di piştî îşxala Îngîlîzî û Fransizîyan de û piştî kolonîya wan û meddeyên Balfoura ku di meseleya ku bi navê “Îsyana Ereb ya Mezin” de hatibû îmzekirin de ketin nav ‘erdên Filistînê û xwe li wê derê bi zorê dan bicîhkirin û ew weha dewam kir, “Wan sîyonîstan, ji 70 salî zêdetire êrîş li xelqê Filsitînê dike, xwedîyê wan ‘erdan ji cîhê wan dikin, ji hemû pîrozan re bêedebîyê dike û her tiştên ku bi qîmetin xira dikin. Qetlîamên Deîr Yasîn, Kafr Kasim û ev ê ku li ser Filistînîyan tên kirin ji teref van sîyonîstan ve hatîye kirin. Ji ber vê yekê ew ê ku bi ser me dikeve ev e ku em wek Hezretî Omer Îbnî Xettabê ku Qudsê Feth kirîye, wek Seleheddîn-î Eyyûbî yê ku Qudsê azad kirîye ji bona ku em jî Qudsê azad bikin û wî paqij bikin lazim e ku cehd bikin. Mesulîyeta me yê ku îro li ser me ye, bi îzna Xwedê azadkirina Qudsê ya card dinê ye.”

“Lazim e ku hemû Misilmanan ji bona azadîya Filistîn û Qudsê hazirîyê bikin”

Şaban di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku bila hemû Misilman, bila ji biçûkan heta mezinan hemû kes bi tevî malê xwe, bi wexta xwe û bi duayên xwe cîhadê bikin, ew ji bona xelasîya Qudsê derheqê tiştên ku bên kirin de jî weha got: “Ew ê ku bi ser me dikeve ev e ku di van rojên ku dengeyên dinyayê vedigere, alîyê heqqê û xelqê yê ku li ser wan hêzên ku de’wa wan ne heqin û wan hikumetên zalim û despotin ku nikarin bi ser bikevin, lazim e ku em cîhadê bikin, daîma cîhadê jî ji bîra xwe dernexin û nedin bi bîrkirin jî. Çîmkî Pêxemberê me (selat û silav li ser wî be) weha dibêje, ‘Kesê ku cîhadê neke û cîhadê neyne bîra xwe, ew ê li ser yek şubeyên nîfaqê bimire.’ Cîhad, gerek li zilam, pîrek, biçûk, mezin, ciwan û îxtîyaran û li hemûyan şamîl bibe. Gerek li alîyekî yek xwîna xwe birêje, yek malê xwe bide, yek jî duayên xwe bide. Hemû wan tiştan, tevahîyekî yê ku hevdûyan temam dike ye. Lazim e ku alîkarîyekî me yê ku ji bona azadîya Quds û Filistînê ye hebe. Birayên min ên bi qîmet! Ev wezîfe wezîfeya hemû xelqan, hemû netewe û mezheban e. Hinge bila zarokên Hezretî Ebubekir, Omer, Osman û ‘Elî di projeya berxwedanê yê ku li hêvîya me de ye yekbûnî bibin. Bila ewladên Seleheddîn Eyûbîyê Nasir, torinên Siltan Ebdulhamîd û Selmanî Farisî xwe amade bikin. Em hemûyan xwe amade bikin. Bila Ereb û kesên ku ne Erebin, Tirk, Fars, Beluç, Tacîk, Ozbek, Berberî û kesên ku min navê wan negotîye bila hemû kesan xwe amade bikin. Hûn ji bona gotina Xwedê Teala yê ku weha di got ‘Ew ketin navbera heta malan jî û ew lêgerîn kirin’, hûn wek ku di çar alîyê de bikevin nav wan, xwe amade bikin. Cîhê wan ê têketinê keşf bikin. Wê tiştê ku nêzde tê, wa nêz hat. Ji bona me wexta têketina di nav hemû derîyan de hat; di Derîyê Libnanê de, di Derîyê Golanê de, di Derîyê Urdinê yê jêr de, di Derîyê Sînayê de, di Derîyê Xezzeyê de. Em, ne li hêvîya sozekî ne ne jî li hêvîya îmzeyekî ne. Her wiha em ne ji talukeyan û ji tehdîdên Xerbê û Şerqê natirsin. Em ê ji tu mitabeqetên ku hezkirina me yên derheqê Filistîn û heqqên me de asteng bike re îmze navêjin. Tiştê ku bi zorê hatîye girtin, bi nirxandin û şermezarîyê nayê girtin. Hemû cîhên ku ji behrê heta behrê, ji ‘erdê heta asîmanan heqê me ye. Bi îzna Xwedê soza me nêze çîmkî wê tiştê ku nêze di wexta şeveqê de ye. Ew, vê tiştê dûr dibînin lê em vê tiştê nêz dibînin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir