• DOLAR 32.216
  • EURO 35.024
  • ALTIN 2501.21
  • ...
Li Pakîstanê otobûsa rêwîyan qeza kir: 20 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, li rêbeja Qaraqûmê pêk hat. Li gor agahiyên hat bidestxistin, otobûsa ku ji bo çûyîna bajarê Gîlgîtê ji bajarê Rawalpîndîya girêdayî wilayeta Pencapê derket, ji ber ji qontrol derketina dîreksîyonê qulipî şerempolê.

Li ser agahdayînê gelek ekîbên tendirustî, lêgerîn-lepirsîn û ewlehiyê hat şandin cihê bûyerê.

Di encama qezayê de heta niha 20 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn. Birîndar hatin rakirin nexweşxaneyan. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir