• DOLAR 32.217
  • EURO 35.012
  • ALTIN 2512.259
  • ...
SON DAKİKA
Reva ji Ukraynayê didome
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji alîyekî  ve êrîşên Rûsyayê ya li ser Ukraynayê berdewam dikin û ji alîyê din ve jî  reva ji Ukraynayê berdewam dike.

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku piştî dagirkirinê, herî kêm 150 hezar kes hewl dane ku birevin welatên din ên cîran, bi taybetî jî Polonyayê.

Joung-ah Ghedini-Williams, berdevkê Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî got: "Hejmar û rewş her kêlî diguherin. 150 hezar kes reviyan derveyi Ukraynayê. Herî kêm 100 hezar kes ji di hundirê welêt de koçber bûne.”

Tê texmînkirin ku eger rewş xirabtir bibe heta 4 mîlyon Ukraynî dikarin welêt biterikînin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir