• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Rejima sîyonîst û îşxalker êrîş li Filistînîyekî yê ku down sendromî bû kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat destnîşankirin ku rejima îşxalker û sîyonîst êrîş li Filistînîyê down sendromî yê ku li Taxa Şêx Cerrahê bû û ji bona alîkarîyê bide şênîyên taxê çalakîyan dikir kir.

Muhammed El- Aclunîyê ku rewşa wî yê astengîyê bi çavan tê dîtin, li hember vê êrîşê de gelek tirsîya û kir qîrînî, Filistînîyên dinê jî li hember êrîşa rejima îşxalker alîkarî dan Filistînîyê down sendromî, lê ji ber vê alîkarîya mirovên dinê wan sîyonîstan êrîşên xwe zêdetir kirin.

Teşkîlata Hîva Sor a Filistînê derheqê meselê de daxuyanîyek da di daxuyanîyê de destnîşan kir ku li gorî agahîyên Muhammed Dennunê ku li cîhê êrîşê midexeleya ‘ewil li El-Aclunîyê down sendromî kir , wan îşxalkeran bi wehşetî êrîş li wî Filistînîyî kirine, pêşî bi şîddet li wî xistine û dû re ji bona ku wî desteser bikin dest bi kaşkirinê kirine lê xelqê ku li cîhê êrîşê bûne jî nehêştine ku wan sîyonîstan wî ciwanê desteser bikin û wî ji cîhê êrîşê dûr birin.

Hat ragihandin ku ciwanê down sendromî ji ber ku tirsîyabû û di bedena wî de jî birîn çêbûbûn hat birin Nexweşxaneya Cemîyetu'l Mekasîdî'l-Hayrîye yê ku li gundê Et-Turê ye, piştî midexeleyê wî ciwanê birin mala wî.

Di encama wê êrîşa sîyonîstan ku li Taxa Şêx Cerrah kir de hat dîyarkirin ku ciwanekî yê dinê jî birîndar bû. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir