• DOLAR 32.33
  • EURO 34.841
  • ALTIN 2412.856
  • ...
HUDA PAR: Welatên Îslamê lazim e ku ji nav zilletê derkevin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Daxuyanî ji teref Şehzade Demîrê Berdevkê HUDA PARê ve hat xwendin.

“Welatên Îslamê gavên ku rejima îşxalker meşru dikin û zirarê didin berxwedana Filistînê  avêtin”

Demîr di destpêka daxuyanîya xwe de ji Awistralyayê ku  qirara daye HAMAS bê xistin nav “lîsteya rêxistinên terorî” re bertek nîşan da û di axavtina xwe de weha got, “HAMASa ku li hember êrîş û îşxala rejima sîyonîst berxwedanekî meşrû dike, kirina nav lîsteya “rêxistinên terorî” nayê qebûlkirin. Rejima îşxalker a ku bi kirina îşxal û qirkirina ku li ser ‘erdên Filistînîyan ku hiqûqa navneteweyîyê îtîbar nake, ji teref emperyalîstan ve tê parastin û wan kesên ku li hember vê îşxalê berxwedanê nîşan didin hedef tên nîşandan. Rejimên xerbê, bi hedefgirtina berxwedanên Îslamî û mihafezekirina rejima sîyonîst ya ku îxlalên her tiştî dike, bi qirara xwe ya dawîn cardin rûyê xwe yê reş û rû yê xwe yê rast nîşan dan. Encex ew tiştên ku mirova diheyirîne ev in: Welatên Îslamê bi rejima îşxalker û sîyonîst re dikevin pêşbirka normalîyê û wê berxwedana ku li hember vê rejima sîyonîst û wek ‘urekîye û di nav welatên Îslamê da ye re ‘ne meşru’ dihesibînin. Rejimên xerbê li hember hemû zilmê ji wî rejima îşxalker re alîkarîyên xwe didin lê welatên Îslamê jî ji wê parastina Filistînîyan yê ku meşrûye re alîkar nabin, berevajî ew gavên ku rejima îşxalker meşru dike û berxwedana Filistînê lekedar dike diavêjin. Lazim e ku alema Îslamê êdî ji vê zilleta ku di nav da ye derkeve û ji bona ku alîkarî ji berxwedanê re bê dayîn û ev îşxal bê qedandin dest bi hereketê bikin.”

"Emrîqaya ku dest danîye li ser malên Efxanîstan Bi tevahî dizî û eşqîyatîye kiriye"

Demîr di berdewama nirxandina xwe de derheqê destdanîna  li ser malên Efxenîstanê ya ku ji teref Amerîkayê ve hatiye kirin de jî axivî û weha got, “Emrîqa dema ku li Efxenîstana ku 20 sale li wê derê îşxal kiribû derket, ew di dawîya xwe de welatekî xirabe û însanên mixtacê xwarinê hiştîye. KM daxuyandibû ku, ji ber tinebûnîyê, kêmasîya xwarinê û zivistana xedar bi milyonan zarok li hember mirinê ne û ew raber dike ku hema hema nêzê nîvê nifusê jî li hember pirsgirêka xwarinê yê bi cîddîyê ye. Malbatên ku ji ber birçîbûnî û tinebunîyê zarokên xwe difiroşin ji bona însanîyetê şermezar e. Xelqê Efxenîstanê mixtacê loqmekî nane, lê Emrîqa jî dest danîye li ser 7 mîlyar dolarê ku aîdê Banqaya Navendî ya Efxenîstanê ye, ew qirar dayîne ku ew ê nîvê vê pereyê belavê malbatên wan mirîyên ku berya êrîşa 11 Îlonê mirine re bidin û Bîden jî vê qirarê îmze kirîye, ev qirar bi tevahî dizî û eşqîyatî ye.

Li hember vê qirarê çi ji raya giştî, çi ji MKyê û çi jî ji alema Îslamê bertek nîşan nedan û ev bertek nîşannedana wan manîdar e. Em vê zordestîyê şermezar dikin û eşkere dikin. Gerek dinya ji vî tiştî re bêdeng nemîne û pereyê xelqê Efxenîstanê jî ji bona ku teslîmê wan bê kirin hereket bikin. Kesekî yê ku tezmînatê bide hebe ew jî Emrîqa û mittefîqên wî ne. Ew hiqûqa navneteweyî nasnekirin û 20 sal Efxenîstanê îşxal kirin. Welatê xirab kirin. Bi sedhezaran însanên mezlûm û sîwîlan qetilkirin. Ev hemû ziraran, heta qirûşa dawîn gerek ji wan bê girtin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir