• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
SON DAKİKA
Li Ekvadorê lehî: 11 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serwîsa Bireveberîya Rewşa Acîl û Rîska Neteweyî ya Ekvadorê roja duşemê daxuyanîyek belav kir, di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku li bajara Pîchînchaya wîlayeta Quîtoyê ji ber barîna baranê ya zêde lehî çêbû.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku di encama lehîyê de herî kêm 11 kes canê xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.

Li gorî ku hatîye îfadekirin, rêya La Gascayê jî ji ber lehîyê bi harîyê hatîye girtin, ji ber vê yekê ji  teref ekîban ve piştî xebatên lêgerîn û xelaskirinê xebatên paqijîyê jî hatîye destpêkirin.

Li gorî vîdeoyên ku di hisabên civakî de hatine belavkirin, tê dîtin ku kuçe û caddeyên bajêr di herîyê de mane û erebeyan jî bi xwe re kaş dike. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir