• DOLAR 32.269
  • EURO 34.73
  • ALTIN 2399.11
  • ...
Avrupa Yetîm Elî ji malbatên mixtac re alîkarîya xwarinê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mehmet Alî Aysuyê Temsîlkarê Avrupa Yetîm Elîyê Dîyarbekir derheqê fealîyetên xwe de daxuyanî da û weha got, “Em bi navê Avrupa Yetîm Elîyê sazîya alîkarîya navneteweyî ji fealîyetên xwe yên alîkarîyê re berdewam dikin. Li Tirkîyê ji ber ku fîyetên xwarinê zêde bûye, malbatên mixtac îxtîyacîyên xwe nikarin bikar bînin û mexdur bûne. Ji ber vê yekê kolîyê xwe yên ku me hazir kirîye, ji bona ku mexdurîyetîya wan derbas bibe em ê ji wan re belav bikin. Em di mehên zivistanê da ne û însanan jî mexdur in. Di hêla xwerinê de zehmetîyê dikşînin. Em bi navê Avrupa Yetîm Elîyê kolîyê xwe yên xwarinê amade kir. Em ê bi tevî birayên xwe yên dildar ji malbatên êtîman re kolîyên xwarinê belav bikin. Xwedî Teala ji xêrxazên ku alîkarîyê malbatên êtîman dikin razî bibe.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir