• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Weqfa Êtîman li Filistînê alîkarîya maddî kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Temsilkarîyê Xezzeyê yê Weqfa Êtîman, ji malbatên êtîm yê Filistînîyan re, alîkarîya pereyên ku her meh dike vê mehê jî berdewam kir û wan kêfxweş kir.

Ahmet El-Walîyê Temsîlkarî Xezeyê yê Weqfa Êtîman derheqê alîkarîyê de daxuyanîyek da û weha got, “Weqfa Êtîman ji malbatên êtîm ê Filistînê re her meh alîkarî dike, vê mehî jî birayên xwe bîrva nekir û ji wan re alîkarîya xwe kir. Bi îzna Xwedê em li ku derê bibin bila bibin em ê “Parêzmendê Êtîman” bibin. Me pisgirêk û zehmetîyên birayên xwe yên êtîman gohdar kir. Malbatên êtîm yên Filistînê; ji weqfa me re û ji xêrxazan re duayan kirin, alîkarîya ku weqfa êtîman ji wan re dike gotin. Birayên me yên êtîm daîma ji weqfa me û ji xêrxazan re vê duayê dikin ‘Xwedayê me ji Weqfa Êtîm û xêrxazan re, bi rûyê sipî beheştê bike nesîb’. Ez bawer dikim ku em û wan di beheştê de bihevre rûnin.”

Walî dawîya daxuyanîya xwe bi hedîsa Resulullah (s.x.l.) qedand, “Ez û wan kesên ku ji êtîman re alîkarîyê dikin wisakî cem hevdu bin. (pêçîya xwe yê serî û ortê piçkî dûrî hevdû kir û nîşan da).” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir