• DOLAR 32.299
  • EURO 35.112
  • ALTIN 2466.997
  • ...
Li Hewlêrê lehî: 8 kes canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat destnîşankirin doh di seatên êvarê de ji ber barîna barana zêde  li 3 heb taxan lehî pêk hat. Li gorî dîyarên a ‘ewil 7 kes ji ber lehîyê, kesekî jî ji ber brûskê canê xwe ji dest dan.

Xoşnav Omîdê Walîyê Hewlêrê ji bona alîkarîyê bang li xelqê kir û daxuyanîyek belav kir, Walî di daxuyanîya xwe de weha got, “Li taxên ku girêdayê herêma Dara Tu ya Hewlêrê ne di seat 04.00an de ji ber lehîyê mirin û xirabûn pêk hat. Ekîbên ku midexelê ji bona ku midexeleyê bikin bi zorê dikevin herêma lehîyê. Ekîbên midexelê tev dixebitin lê lazim e ku xelq jî alîkarîyê bike.”

Walî Xoşnov derheqê encama lehîyê de jî daxuyanî da û destnîşankir, 3 kesê ku ji malekê li herêma lehîyê canên xwe ji dest dan.

Serkevt Karaşê Midirê Parastina Sîwîl a Hewlêrê xeber da ku lehîyekî nû ew ê çênebe û weha berdewam kir, “4 xebatkarên me birîndar bûn. Erebeyên ku xebatkarên me tê de bûn bi lehîyê re çû. 3 kes jî li herêma Dara Tuyê canê xwe ji dest dan. Niha talûkeyekî nû yê lehîyê nayê texmînkirin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir