• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Weqfa Karwana Hêvîyê li Malîyê 6 heb bîrên avê vekir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li ser êrda cîhanê ji 2 milyarî zêdetir însan bi bêavîyê re rûberû ne, Weqfa Karwana Hêvîyê jî bi navê “Projeya Bîrê”, ji însanên ku hesretê avê ne re alîkarîyê kir.

Weqfa Karwana Hêvîyê li cîhê herêmên ziwayê ya Malîyê, bi vekirina 6 heb bîran ve ji hezaran însanan re bû hêvî.

Bîrên ku hatine vekirin, ji însanan re ne ji bona vexwarina ava paqij tenê, ji bona nexwaşînê, zireatê û fealîyetên heywan re jî bûye wesîl e.

Bîrên ku bi du’ayan hatin vekirin, ji însanên herêmê re ew ê ava paqij bide.

Ji teref weqfê ve di piştî vekirina bîran de ji zarokan re jî leyîstok hat belavkirin.

“Li Efrîqayê bi milyonan însan mixtacê ava paqijin”

Ji alîyê din ve rayedarên weqfê, li cîhê bîrên dinê yê ku di berê de ji teref weqfê ve hatîne vekirin jî zîyaret kirin û ji bona ku dema bê bîran vekin jî li cîhê nû zîyaret kirin.

Cengiz Kurtaranê Serokê Giştî yê Weqfa Karwana Hêvîyê derheqê vekirina bîran de destnîşan kir ku li welatên Efrîqayê bi tevî tesîra germayîyê bi milyonan însan mixtacê ava paqijin, wan însanan ji bona ku lazimatîya ava xwe bibînin bi kîlometreyan rê diçin û ava pîs vedixwin.

Kurtaran destnîşan kir ku ew ê karê vekirina bîrên avê bidin domandin û li axavtina xwe weha zêde kir, “Em li vê erdnigarîya ku her roj bi sebeba bêavîyê însan canê xwe ji dest didin re, bîrên ku ji bona wan bibe avjîn vedikin. Xwedê Teala ji wan xêrxazan  razî be înşaallah. Xwedê Teala li beheştê meqamê wan bilind bike.” (ÎLKHA)

                                                                                                                                  













































Bu haberler de ilginizi çekebilir