• DOLAR 32.459
  • EURO 34.652
  • ALTIN 2391.405
  • ...
HUDA PAR: Em qirarên faşîstî û nîjadperstî yên Şaredarîya Boluyê qebûl nakin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HUDA PAR îfade kir ku ji teref Şaredarîya Boluyê ve qirarên ku li ser miltecîyan hatîye dayîn nayê qebûlkirin û di daxuyanîya xwe de weha got, “Em îfade dikin ku bila Wezaret û mirovên sîyasî derheqê van qirarên kîn û nefretê de xebatê bikin.”

Di daxuyanîya HUDA PARê de weha hat gotin: “Qirarên Tanju Çolakê Serokê Şarederîya Boluyê ku ji bona miltecîyan derheqê mesrefên nîkahê û avê de cudakirina regezperwer dabû, di Meclîsa Şarederîyê de bi rayên piranî hat qebûlkirin. Ji ber vê qirarê mirovên miltecî wexta ku bixwazin bizewicin ew ê ji Şaredarîyê re 100 hezar TL bidin. Digel vê qîrara faşîstî, ji teref şaredarîyê ve qirareke din jî hat dayîn ku ew ji miltecîyên ku avê bikar bînib li serê metrekuba avê 2 dolar û nîv bê standin. Wan miltecîyan li gora mirovên dinê 11 qet zêde ew ê pere bidin.

Zûdaye miltecîyên ku koçî Tirkîyê dikin di hedefa şarederîya CHPê da ne. Bi rastî jî xebatên Tirkîye yên ku li hember wan miltecîyên ji sebeba emperyalîstan û rayedarên xwe yên zalim ji welatên xwe derketine re şayanî taqdîrê ye. Lê wan miltecîyên ku ji ber emperyalîstan ji welatên xwe derketine û hatine Tirkîyê û li vê jî zilmên ku ji teref hêzên alîkarê emperyalîstan ve tênê kirin ji ber çavan naçe. Ev cizayê ku bi dolar hatîye dayîn jî manîdar e. Lazime ku pêşî mirovên sîyasî û darêzgêrî  ji vê zilm û qirarên faşîstî  re bibêjin ‘bisekine’. Lazime ku ew welatîyên ku dengê xwe ji van hedîseyan re bilind dikin jî taqîbkerê vê meselê bibin.

Em merak dikin Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPê ku qala helalîyê dike derheqê Tanju Çolakê ku çend rojên berê meseleya pîrekekî yên ku ji wî alîkarîyê xwestibû û ji wê pîrekê re kenîyabû de çi bibêje. Ev mesela helalîyê ku wan kesan sed sal ji xelqê re zilmê kiribûn li hember vê qirara şaredarîyê çi bikin, tiştên ku bibêjin ew ê samîmîyeta wan ê derheqê helalîyê de nîşan bide. Em vê qirara şaredarîyê ya bi xeddarî û faşîzanî qebûl nakin. Em îfade dikin ku bila Wezaret û mirovên sîyasî derheqê van qirarên kîn û nefretê de xebatê bidin destpêkirin.”  (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir