• DOLAR 32.512
  • EURO 34.742
  • ALTIN 2403.15
  • ...
Karwana Hêvîyê li Êlihê ji zêdetirî 400 zarokên êtîm û feqîr re alîkarîya cil û bergan kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komele zarokên êtîm û feqîr bir dikana cil û bergan û li gorî dilê wan cil û bergan ji wan re stand.

Salîh Guzelê Serokê Karwana Hêvîyê ya Êlihê derbarê alîkarîya ku hat kirin de ji ÎLKHAyê re daxuyanî da.

“Îro ji bo me rojeke pir xweş e û em gelek kêfxweş in”

Guzel di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ew vê alîkarîyê salê çend caran dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îro ji bo me rojeke pir xweş e û em gelek kêfxweş in. Em wek komeleya Karwana Hêvîyê ya Êlihê salê 3 caran ji êtîm û kesên muxtac re alîkarîyê dikin. Em van alîkarîyan di Îda Remezan û Qurbanê de û her wisa di demsala zivistanê de dikin.”

“Bi alîkarîya ku di kermesê de hat berhevkirin ji 404 zarokên êtîm û feqîr re alîkarî hat kirin”

Guzel di berdewama axavtina xwe de ji wan kesên ku keda wan di vê alîkarîyê de heye re spas kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îro me li vê derê bernameya xwe ya demsala zivistanê tertîp kir. Berî vê mehekê me kermesek tertîp kir û bi alîkarîya ku di kermesê de hat berhevkirin ji 404 zarokên êtîm û feqîr re alîkarî hat kirin. Ji ber vê yekê em kêfxweş in. Em ji Rebbê xwe re hemd dikin û ji xêrxwazan re dia dikin.”(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir