• DOLAR 32.526
  • EURO 34.761
  • ALTIN 2491.733
  • ...
Şehîd Cemal Susluyê “Bavê Feqîran”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şehîd Cemal Suslu li navçeya Rêzana Dîyarbekir dikanekî wî yê solan hebû û wê demê ji feqîran re weka derîyê hêvîyê bû, Şehîd Cemal 15ê Mijdarê di sala 1993yan de ji ber xizmetên xwe yên Îslamî ji teref neyarên Îslamê ve hat şehîdkirin.

Ji ser şehadeta Şehîd Cemal 28 sal derbas bûn, lê dîsa jî Cemal bi exlaqê xwe yê xweşik, bi alîkarîya ku ji feqîran re dikir û bi hesasîyeta xwe yê Îslamî tê zikirkirin.

Mahmut Çevîkê hevalê Şehîd Cemal jî ji Ajansa ÎLKHAyê re qala heyata wî kir. Mahmut Çevîk qal kir ku di dema dibistana seretayîyê de bi Şehîd Cemal re hevdû nas kirine û hevaltîya wan wê demê dest pê kirîye, Mahmut Çevîk derheqê Şehîd Cemal de destnîşan kir ku heyata xwe yê wexta herî xweş bi wexta naskirina Şehîd Cemal û bi wexta naskirina de’wa wî bûye. Mahmut Çevîk derheqê wê demê de weha axivî,“ Şehîd, bi ‘eslê xwe ji Pasurê bû û endamê ‘eşîreta Badikan bû. Bavê wî Şex Îbrahîm e, ew ji mala Şexan bû. Malbata wî li alîyê Pasurê ji teref însanan ve dihat naskirin. Şehîd di cedeya Sakaryayê ya li navçeya Rêzana Dîyarbekir de rûdinişt, em û Şehîd ciranê hevdû bûn. Wê demê ji bona ku bavê Cemal Şex bû mirovên ku nexweş diketin dihatin ba bavê wî û ji bavê wî ji bona şîfayê jê du’a dixastin. Bavê Şehîd; fîstanê dirêj li xwe dikir û şaşik li serê xwe girê dida.”

“Malbatên feqîran ji Şehîd re digotin ‘Bavê Feqîran’ ”

Çevîk digot ku Şehîd Cemal bi tîcaretê mijûl dibû û dikanekî wî yê solan hebû, Çevîk axavtina xwe weha berdewam kir,“Çiqas ez ji malê derdiketim muheqeq ez diçûm ba Şehîd û me bi hev re sohbetê dikir. Ji ber ku hîtabeta wî tinebû ji min re digot ‘Em herin filan cîh hinek mirov hene em wan zîyaret bikin û tu jî ji wan re qala de’wa Îslamê bike’. Şehîd bi tevî hevalên xwe yê Îslamî diçû ba wan mirovên ku bi wan re eleqeder dibû û wanan zîyaret dikir û ji wan re qala de’wê dikir. Hevaltîya Şehîd Cemal gelek xweş bû. Min tu car nedî ku bi hevalekî xwe re li hev neke û dilê wî bihêle. Gelekî însan wê demê dihatin ji Şehîd deyn dixwastin. Şehîd jî tu car ji wan însanan re nedigot ‘na’, hinek caran jî mirovên ku solan bi deyn jê distandin û deynê xwe nedidan Cemal deynê wan xêz dikir. Şehîd wexta ku hê bi de’wa Îslamê re nebû malbatên me diçûn dikana wî ji Şehîd kirin û firotinê dikirin. Şehîd bi exlaqa xwe yê xweşik, bi heyaya xwe û bi merhemetîya xwe însanan li derdorê xwe kom dikir. Şehîd yekî gelekî fedakar bû. Bernavekî wî hebû û ev bernavk jî ‘Bavê Feqîran’ bû. Cemal ew qas sedeqe û xêrên xwe bi dizî dikir ku em çend salan bi hev re bûn jî haya me ji wan xêr û sedeqeyên wî tinebû. Piştî şehîdîya wî du heb pîrek hatin ba me û ji me re derheqê Şehîd de gotin ku, ‘Bavê me mir, her meh ji me re arvan dianî’ û şehîd li wan pîrekan jî tembîh kiribû ku vî tiştî ji kesê re nebêjin.”

“Me wexta mezelê şehîdek dinê dikola, xebera şehîdbûna Cemal ji me re hat”

Çevîk îfade kir ku ‘îlm û xîtabeta Şehîd Cemal tinebû lê mirovên derdora xwe bi fedakarî, bi heya û bi samîmîyeta xwe ji xwe re heyran dihişt. Çevîk destnîşan kir ku malbata şehîd ji ber ku şiûra wan ê yên Îslamî tinebû ji vê hereketa Îslamî ya nû ditirsîyan û bi diltirsîyê li hereketê dinêrtin, fikra şehîd û malabata wî ne yek bû.

Çevîk qala meseleyên roja şehîdîya Cemal kir û weha axivî,“Cemal roja ku şehîd bûbû wê rojê ez çûbûm ba wî û me bi hev re xeber dida. Dema ku ez ji ba wî rabûm ji min re got ‘Hinek dinê jî rûne’, te di got qey nedixwast ez ji ba wî rabim. Min jê re digot ‘Cemal karekî min heye, lazime ku ez herim karê xwe bikim’. Şehîd ji bona xatirxwestinê destê min girtibû û destê min bernedida. Min destê xwe ji nav destê wî derxist. Rojekî xeberê şehîdekî ji me re hat û em çûn goristanê li goristanê mezelek. dikola. Wexta ku mezelê dikola xeberek dinê ji me re hat û ji me re gotin ku‘Ji bona Şehîd Cemal jî mezelekê bikolin’. Wê demê di hinek rojan de ji me re xeberê çend şehîdan bi hev re dihat. Me bihîst ku Şehîd Cemal ji teref endamên PKKê ve û ji teref endamên grûbên dinê ve hatibû qetilkirin. Wexta ku şehîd di dikana xwe de dixebite, endamên PKKê êrîş li dikana wî dikin. Şehîd Cemal wexta di hindirê dikanê li ser kursîyê rûdinişt wan qatîlan ji nişka ve dikevin hindir û lê êrîş dikin. Şehîd çi qas jî xwe ji gulan diparêze guleyek li qelbê wî dikeve û Cemal Şehîd dibe.”

“Şehîd bala însanan bi exlaqê xwe yê xweşik û bi qîmet ayîna însanan dikişand li ser xwe”

Yavuz Tekçîyê ku wê demê kirêcî û eqrebayê Şehîd Cemal bû qala heyata wî kir û weha axivî,“Min şehîd Cemal dema ku ez hatim Dîyarbekir min naskir. Şehîd xwedîyê mala min bû û birê bûka me bû. Hevaltîyek û dostîyekekî me yê xweş çêbûbû. Dema ku ez ji Farqînê hatibûm Dîyarbekir çend însan tenê hebû ku min wan nas dikir, Şehîd Cemal jî ji wan însanan bû. Şehîd bi exlaqa xwe, bi qîmet dayîna însanan û bi keyfxweşîya xwe min ji xwe re heyran hiştibûn û ez bi vî şeklî nêzê wî dibûm. Cemal ferq nedikir li nav însanan. Li gora îmana wî herkes evdê Xwedê bû û ji temamê însanan re jî bi wî şeklî miamele dikir. Bi rastî jî exlaqa wî exlaqa Îslamê bû. Şehîd yekî miteber bû û ji teref hemû kesan ve însanekî bi ewlehî û însanekî  bawermend bû. Hemû kes ji şehîd hez dikir, însanên ku ne ji fikra wî bûn jî ji şehîd hez dikirin û bawerîyê pê dianîn. Min di sala 1990î û 1993yan de yeqîn anî ku şehîd exlaqê xwe ji Quranê girtibû. Her roj min wî zîyaret dikir û wî zîyaretê jî ji min re wekî wezîfeyek dihat. Wexta ku min wî nedidît ji min re wisa dihat ku qey min ew roj tiştekî xwe hinda kirîye. Cemal ji me re sohbetê dikir, em jî bi sohbeta wî û bi samîmîyeta wî tesîrdar dibûn. Tiştên ku wezîfê me bû û wexta ku me wê wezîfê bîrva dikir şehîd wê wezîfê dikir bîra me û ji me re qala mûhîmtîya sozdayînê û wezîfê dikir.”

“Ji biçûkan heta mezinan hemû kes ji şehîd hez dikirin”

Tekçî di berdewama axavtina xwe de qala exlaqa wî yê xweşik kir û li axavtina xwe weha zêde kir,“Şehîd ji hemû kesan re merd û samîmî bû, lê ew însanên ku di qelbê wan de gemarî hebû,ew însanên ku heqîqatê nedidîtin û ew însanên ku bê îman bûn Cemal ji xwe re kiribûn hedef. Şehîd ji dê û bavê xwe re gelekî hurmetkar bû. Dîya wî û bavê wî extîyar bûn, bavê wî nexweş bû û li ‘erdê bû. Şehîd tu carî dê û bavê xwe îhmal nedikir. Şehîd mesulîyetên xwe yê li hember malbata xwe dizanibû. Cemal ji teref însanên biçûk û heta însanên mezin ve dihat hezkirin. Tê bîra min  wexta ku  me kar dikir û em dişixulîn jî ji me re lazimatîya pere çêdibû û ji bona ku lazimatîya pere me ji şehîd deyn bixwestana me şerm dikir jê pere bixwasta. Lê dîsa jî em diçûn ba wî û me jê pere dixwast. Şehîd derheqê vê meselê de ji me re weha digot, ‘Şerm nekin, bêhteng nebin. Ji ber bêperetîyê ku di mala we de bêhizûrî hebe, ev perê hanê ku di cêba min da be an jî di qasa min da be çi xêra wî ji min re heye, ku hûn di tengasîyê da bin ez di vî halê de rehet nabim’. Şehîd xeyn ji meseleyên pera di meseleyên dinê de jî ji me re alîkar dibû; yekê ku nexweş bibûna diçû zîyareta wî, însanên ku zivistanê ji bona ku xwe germ bikin tiştekî wan tinebû ku bişewitînin şehîd diçû ji wan re komir û êzingan distand û dibir mala wan. Li ser vê meselê min ji şehîd re digot, ‘Şêxê min tu qey reht nabî?’, Şehîd ji min re digot, ‘Ma qey min çi kirîye ezê reht bibim’. ‘Emrê min û Cemal yek bû lê ew ji me re dibû mîsalek û me wî ji xwe re wisa dihesiband, tu dibê qey çend ‘esran li dinyayê heyata xwe derbas kirîye ku ew qas yekî giran û yekî baş bû.”

“Şehîd digot, ‘Ma qey kes tineye ji bona ku ez ji bo riza Xwedê dixebitim bila min bikûje’ û şehîd her wext şehadetê dixwast”

Tekçî destnîşan kir ku daxwazîya şehîd her dem şehadet bûye, “Şehîd bi dostên xwe re dost bû, ew însanên ku ji Xwedê hez nedikirin û ji Xwedê re îsyan dikirin, şehîd ji wan însanan re neyartîyê dikir û ji wan însanan re buxzê dikir. Şehîd bi fedakarîya Misilmanan şanaz dibû û ji me re digot lazim e ku em heval tev wisakî fedekar bin. Şehîd ji me re digot, ‘Karên ku em dikin ji bona Xwedê bikin, ew karên ku em dikin wexta ku em wan karên xwe ji bona ku însanan derheqê me de xeber bidin bikin wê xebatê nekin’. Wê demê bi temamê misilmanan re daxwazîya şehadetê hebû. Lê min didît bi Şehîd Cemal re ev daxwaz gelekî zêde bû. Şehîd her dem weha digot, ‘Ma qey kes tineye ji bona ku ez ji bo riza Xwedê dixebitim bila min bikûje’ û şehîd her wext şehadetê dixwast .”

Tekçî qala wî roja kul û xemgînîyê jî kir û weha axivî, “Cîhê ku ez li wê dişixulîm, gerek di seat 04.00an de bi rê kevim ku ji bona bighêjim cîhê karê xwe, ez wê rojê di seat 03.00yan de li cem şehîd bûm û min ji wî re wisa got, ‘Şêxê min ku tu misade bikî ezê herim malê hazirîya xwe bikim û  ji malê herim karê xwe’ paşê ez ji ba wî derketim û çûm mala xwe. Wexta ku min haziriya xwe kir û dema ku ez ji malê derketim bûka me xeberê ji min re şîyand ku êrîş li dikana Cemal hatîye kirin. Ez revîyam dikanê û wexta ku ez gihîştim dikanê Cemal biribûn nexwaşxanê. Çokê min nedigirt, ez di nava xemgînîyê û kederê da bûm endamekî ewlehîyê ji min re got ‘Tu kî yî?’. Min jî ji wan re got ev eqrebayê min e û xwedîyê mala min e, li ser vê cewaba min endamê ewlehîyê ji min re got ‘Serê te sax be, herin filan nexweşxanê, wî rakirine li wê derê’ ”

“Ji ser şehadeta wî gelek wext derbas bû lê min xebera girtina qatîlên wî hê jî negirtîye”

Tekçî êrîşkirinê, ji mirovên derdorê hîn bûbû û ji me re qala êrîşê kir, “Paşê min bihîst ku, yekî bi şeklê mişterîtîyê tê dikanê û ji şehîd solekî xwestîye. Şehîd jî wexta ku ji bona solê ji ‘erdê helîne nîşanê wî bide xwe xwar kirîye, wexta xwarkirinê ev mişterî gule berê Cemal dide. Paşê Cemal li mêrik dizivîre  û wê wextê mêrik çend gulan jî di pêşî de berê Cemal dide û paşê direve. Ew mêrik hat qefaltin an nehat qefaltin ez nizanim, lê ji ser şehadeta Cemal gelek wext derbas bû û min hê jî xebera girtina qatîlên wî negirtîye.”

Tekçî di berdewama axavtina xwe de qala kesê ku bedena Şehîd Cemal şûştibû kir, “Wexta ku em çûn nexweşxanê mirîşoyê ku şehîd şuştibû hevalê min ê  hecê bû. Hevalê min wexta ku min li wê dît ji min pirsî ‘Ti li vê çi dikî?’. Min jî ji hevalê xwe re qala meselê kir û hevalê min ji min pirsî, ‘ Gelo ew mirov yekî çawa bû? Bawerîya te bi Xwedê be wexta ku min wî însanî dişûşt ku min kîja alî bixwesta ku wî vegerînim ew însan jî bi wî alîyê de vedigerîya, te di got qey ew însan alîkarîya min dikir. Te di got qey yekî wî radikir û wî vedigerand. Wexta ku min wî dişûst min qet zehmetîyê nedikşand û min qet tu car jî cenazeyekî ewakî nedîtîye’. Min ji hevalê xwe re got ew heyata xwe ji bona Xwedê derbas dikir û bi neheqî hat kûştin. Min dît ku hevalê min ji halê şehîd gelek tesîrdar bûbû.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir