• DOLAR 32.438
  • EURO 34.612
  • ALTIN 2384.805
  • ...
Ji ber PKKê 8 milyar dînar ziyan gihaye navçeyên Duhokê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ehmed Cemîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Mixabin gundên ku PKK nêzîkî wan e li Parêzgeha Duhokê gelek ziyan dîtine û vê yekê bandoreke mezin li ser cotyarên wan navçeyan kiriye, ku bi sedan gund in. Mixabin hemû berhemên wan ên dar û beran telef çûne ji ber ku ji tirsa PKK û topbarana Tirkiyê nikarîbûn herin ser gundên xwe.”

Ehmed Cemîl wiha got: “Komîteyek hat avakirin ji bo ku nas bike ziyanên xelkê wan navçeyan ên çandiniyê çend in, ji bo ku ji aliyê Hikûmeta Kurdistanê ve werin qerebûkirin, di encamê de derket ku îsal li wan navçeyan biqasî 8 milyar dînaran ziyan gihaye cotkarên wan navçeyan, ku ev ziyaneke mezin e.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir