• DOLAR 32.305
  • EURO 34.838
  • ALTIN 2383.15
  • ...
Weqfa Yetîman li Aksatrayê ji zarokên yetîm re alîkarî kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di bergeha alîkarîya ku hat destpêkirin de ji bi dehan zarokên yetîm re alîkarîya cil û bergan hat kirin.Zarokên ku ji wan re alîkarî hat kirin kêfxweş bûn.

Yusuf Demîrelê Temsîlkarê Bajara Aksarayê yê Weqfa Yetîman derbarê mijarê de destnîşan kir, ew wek her sal îsal ji ber minasebeta Îda Qurbanê xebat dane destpêkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me îro ji wan malbatên yetîm ên ku berî niha hatibûn tespîtkirin re alîkarîya cil û bergan kir û me ew kêfxweş kirin. Xweda ji wan kesên ku ji vê xêrê re bûn wesîle razî be.”

Demîrel di berdewama daxuyanîya xwe de bang li kesên xêrxwaz kir da ku di Îda Qurbanê de qurbanên xwe bi kesên yetîm û sêwî re parve bikin.(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir