• DOLAR 32.258
  • EURO 35.09
  • ALTIN 2465.105
  • ...
Leşkerên Amerîkaya îşxalker û emperyalist ji Baregaha Asîmanî ya Bagram a li Efxanistanê vekişîyan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Amerîkaya ku li çar alîyên cîhanê qetlîamên mezin dike û dewletan îşxal dike êrîşên 11ê Îlonê ya ku li Amerîkayê hat kirin ji xwe re kir hincet di sala 2001ê de Efxanistanê îşxal kir. Amerîkaya emperyalist û îşxalker di 20 salan de li Efxanistanê bi hezaran însan qetil kirin û bû sedema birîndarbûna bi sedhezaran însanên Efxanî.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin rayedarekî payebilind ê Amerîkayî destnîşan kiriye ku ew temamê leşkerên xwe yên Amerîka û yên NATOyê ji Baregaha Asîmanî ya Bagram a li Efxanistanê vekişandin.

Zebîullah Mucahîdê Berdevkê Talîban derbarê vekişînê de daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir, divê yekîneyên bîyanî ji temamê Efxanistanê vekişin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir