• DOLAR 32.329
  • EURO 34.791
  • ALTIN 2396.994
  • ...
Li Qatarê malên Fransa tên boykotkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sûretên ku ji teref kovara Charlîe Hebdo ve hatin amadekirin û tê de qaşo Pêxemberê me Hz. Muhammed(silavên Xweda li ser be) tê karîkaturîzekirin, doh êvarî li bajarên Montpellîer û Touloseya Fransayê di avahîyên dewletê de hatin weşandin. Macronê Serokomarê Fransayê berî niha bi daxuyanîya ku xwe ya qustax destnîşan kiribû ew ê dev ji karîkaturîzekirinan bernedin.Macronê ku li dijî Îslamê bi şikleke eşkere şer daye destpêkirin û dijmintîya Îslamê dike û destekê dide wan kesên ku heqaret li Îslamê dike, van tiştên ku tên kirin bi navê “azadîyê” bi nav dike. Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê jî wek Macron bêedebî û kustaxîyan dike. Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê ji ber ku li Fransayê di dezgehan de tiştên helal tên firotin kêfxweş nabe û aciz dibe. Dîsa heman wezîr dibêje ew ê karîkaturên rezîl ên Charlîe Hebdo dibe ku li mekteban ji xwendekaran re bên belavkirin û di kitêban de bên weşandin.

Ji ber vê bêkustaxî û bêedebîya Fransa, zîncîra marketan a bi navê Al-Meera ya ku girêdayê dewleta Qatarê ye qerara boykotkirinê da û dest bi berhevkirina malên Fransayê yên li şubeyên xwe kir.

Al Meera derbarê mijarê de li ser medyaya civakî daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin: “Em wek şîrketeke neteweyî,  li gorî dînê xwe yê Henîf dixebitin. Ji ber vê yekê heta daxuyanîyeke din em malên Fransayê nafiroşin û me temamê malên Fransa ji markerên xwe da hevdû.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir