• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Filistînîyan lijneya Îmaratê ya ku ket hûndirê Mescîda Eqsayê qewirand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Doh lijneyeke ku li ser navê Mîrektîyên Yekbûyî yên Ereban ki bo asayîbûna bi siyonistên îşxalker de hatibû Filistînê di bin hîmayeya siyonistên îşxalker de ji bo gerê ket hûndirê Mescîda Eqsayê.

Lijneya ku di hûndirê Qubbetu’s Sahra digerîya û sîretan digirt li rasta berteka Filistînîyan hatin. Filistînîyên ku dîtin llijneya Îmaratê ketiye hûndirê camîyê, berê wan dan û ew ji camîyê qewirandin.

Mislimanên Filistînî, ji ber asayîbûn û peymanên ku ji teref Îmaratê ve bi siyonistan re hatiye kirin slogan avêtin û ew şermezar kirin.

Lijneya Îmaratê ya ku li rasta bertekên Filistînîyan hat hema bi lez û bez camî terk kir.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir