• DOLAR 32.437
  • EURO 34.599
  • ALTIN 2381.916
  • ...
Barzanî û Kazimî: "Gotûbêjên Hewlêr-Bexdayê ji bo çareseriyeke bingehîn girîng in"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di civînê de rewşa giştî ya welat û dosyayên hevbeşên di navbera Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê guftûgo kirin û herdu aliyan tekezî li ser girîngiya yekrêzî û yekhelwestiya rûbirûbûna rewşê û gefên niha kirin.

Her du aliyan dakokî li ser girîngiya danustandinên Hewlêr – Bexda ya li ser bingeha destûr û gihîştina bi çareseriyeke bingehîn kir ku xizmetê bi tevahiya welat û pêkhatên wê bike.

Di civînê de tekezî li ser berdewamiya alîkarî û hemahengiya emnî ya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê ya ji bo rûbirûbûna endamên DAIŞê hat kirin, bi awayekî aramiyê dabîn bike û hevkar bê ji bo vegerandina koçberan û birêveçûna hilbijartineke serkeftî ku îrade û daxwaza welatiyan pêkbîne.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir